Pêşmergeyên Partiya Sosyal Demokrat 6 çiyager rizgar kirin

01-06-2025
RÛDAW
Nîşan Çiyayê Sûrênê Helebce Pêşmerge
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser Çiyayê Sûrênê yê parêzgeha Helebceyê 6 çiyager piştî şevekê li wir asê man ji aliyê hêzeke Pêşmergeyên Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê ve hatin rizgarkirin.

Fermandarê hêzeke Pêşmergeyên Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê Macî Mihemed ji Rûdawê re got:

“Em nîvê şevê ji bo rizgarkirina çiyageran bi rê ketin.

Piştî ku em demekê bi otomobîlê çûn, 4 saetan jî meşiyan heta ku gihîştin cem çiyageran.”

Çiyager 6 welatiyên ji navçeya Xurmalê ya Helebceyê bûn û doh çûbûn ser Çiyayê Sûrênê westiyabûn û winda bûn di rêyê de bû sedem alîkariyê bixwazin.

Fermandarê hêzeke Pêşmergeyên Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê Macî Mihemed anî ziman:

“Cihê çiyageran gelekî asê bû, paşê hinek çiyagerên din jî hatin û me hemûyan bi hev re ew rizgar kirin.

Piştî saet 07:00ê sibehê em hatin xwarê.”

Macî Mihemed li ser tenduristiya çiyageran jî got:

“Ji ber dijwariya rêyê lingên wan diêşiyan lê ti birînên wan nebûn, rewşa tenduristiya wan baş bû.”

Berdevkê Birêvebiriya Parastina Sivîlan a Helebceyê Zanyar Omer jî ji Rûdawê re ragihand:

“Kesî ji bo alîkariyê em agahdar nekirin lê me bihîst ku hêzeke Pêşmergeyên Partiya Sosyal Demokrat ew rizgar kirine.”

Destpêkê hat gotin ku ji bo rizgarkirina çiyageran hewce ye helîkopterek ji Silêmaniyê here Çiyayê Sûrênê lê Berdevkê Birêvebiriya Parastina Sivîlan a Silêmaniyê Aram Elî îro ji Rûdawê re da zanîn ku kesî ji wan alîkarî û helîkopter nexwestine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst