Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ragihand ku rêya aştiyeke rasteqîn bi "yekrêziya nav mala Kurd" pêkan e.
PWKyê bi 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê peyamek belav kir.
PWKyê di peyama xwe de dewleta hem Tirkiyeyê hem jî Ocalan, PKK û DEM Partiyê rexne kirin û got, "Mixatab divê temsîliyeta Kurdan be be, ne tenê yek kes an partiyek be."
PWKyê diyar kir ku her çend behsa "pêvajoyeke nû" li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tê kirin jî ev pêvajo ji çareseriyeke rasteqîn dûr e.
PWKyê her wiha biryara PKKyê ya danîna çekan wekî gaveke erênî nirxand lê da zanîn ku ev bi serê xwe pirsgirêkê çareser nake.
"Aştî ne tenê nebûna şer e"
Peyama PWKyê bi vî rengî ye:
“Aştî, di navbera dewletan, civatan û mirovan de tunebûna şer, pevçûn, tundî, wêrankirin û dijminatiyê îfade dike.
Lê bele, aştî ne tenê nebûna şer e, di heman demê de rêzdarî, aheng û aramî ye jî. Aştî di navbera gelan, civakan û mirovan de wek pirekê ye ku ji bo pêşerojeke baştir, bê tirs û ji xeteriyan bidûrketî diyardeyek aramiya civakî ye.
Heger em bi awayekî herî sade û kurt li vê maneya aştiyê binerin, em dê bibînin ku mirovahî li her çar aliyên cîhanê jî ji aştiyeke rasteqîn dûr e.
Îro li Rojhilata Navîn û li gelek deverên cîhanê, her wiha li welatê me Kurdistanê, şer, qetlîam û jenosîd berdewam dikin.
Piraniya gelên cîhanê ji rêzgirtin, aheng, aramiyê dûr in, di nav metirsî, tirs û nexweşiyên cûr be cûr de dijîn.
Di nav gelên cîhanê de, yek ji gelên herî zêde ji tunebûna aştiyê zerer dîtiye bêgûman miletê Kurd e, gelê Kurdistanê ye.
Bi taybetî ev 200 sal in ku şer, qetlîam, jenosîd, asîmîlasyon, wêranî, penaberî, bêaramî, tirs, metirsî, her bûye perçeyekî jiyana miletê Kurd û gelê Kurdistanê.
Neheqiya herî mezin jî ew e ku wekî milet û welat, wekî kurd û Kurdistan bi çar perçeyan hatine perçekirin, hatine dagirkirin, weke milet, rû bi rûyî înkar, asîmîlasyon, qetlîam û jenosîdan bûye.
Em wekî milet û partî li gel wê yekê ne ku hemû pirs û pirsgirêkên li cîhanê, bêyî şer û qetlîam û wêrankariyan, bi awayekî aştiyane, bi guftûgoyan bêne çareserkirin. Ev, bêgûman di berjewendiya hemû gelên cîhanê de ye.
Em li gel wê yekê ne ku li Rojhilata Navîn pirsgirêka Filistîn û Îsraîlê li ser esasê qebûlkirina her du dewletan û bi awayekî aştiyane û bi gufyûgoyan bê çareserkirin.
Lê aştiya Rojhilata Navîn tenê bi çareseriya pirsgirêka Filistîn û Îsraîlê pêk nayê.
Li Rojhilata Navîn pirsgirêka herî mezin ya rê li ber aştiyê digire ew e ku miletê Kurd û welatê wî hatiye dagirkirin, parçekirin û dabeşkirin.
"Li Başûr, Rojava û Rojhilatê jî aştî di xeterê de ye"
Tecrube û jiyanê îspat kiriye ku heta miletê Kurd û Kurdistan li her çar perçeyên Kurdistanê azad nebin, dê li Rojhilata Navîn aştî û aramî pêk neyê.
Li Başûrê Kurdistanê her çi qasî destkeftineke federaliyê hatibe bidestxistin jî hîna ji 45ê axa Başûrê Kurdistanê di bin dagirkeriya Bexdayê de ye.
Her wiha birêvebiriya Bexdayê, ji bo mafên federalî yên gelê me yê Herêma Federe lawaz bike, kêm bike, hemû rê û rêbazên nelirê diceribîne û pêk tîne.
Rejîma Bexdayê, li himberî Herêma Kurdistanê ji hişmendî û siyaset û helwesteke aştiyane dûr e û naxwaze madeya 140î li gorî Qanûna Bingehîn ya Federal ya Îraqê pêk bîne.
Rûxandina rejîma Beasê ya Beşar Esed, rûpelekî nû ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê û hemû gelên Sûriyeyê re vekiriye.
Lê rejîma nû ya Şamê, Rejîma Ehmed Şer jî, ji hişmendiyeke azadî, demokrasi, edalet û wekheviyê dûr e.
Xwe nade ber ku sîstemeke federalî, demokratik, dadwer û azad ku gelê Rojavayê Kurdistanê û Durzî, Elewî, Xirîstiyan, Turkmen, Ereb û hemû gelên Sûriyeyê xwe şirîkê wê sîstem û desthilatiyê bibînin.
Dewleta Îranê jî li ser siyaseta xwe ya dagirkerî û tunehesibandina mafên neteweyî, demokratîk yên miletê Kurd yê Rojhilatê Kurdistanê, li ser pêkanîna îdamên li ser hemû gelên Îranê, binpêkirin û tunehesibandina azadî, demokrasi, edalet û wekheviyê de her berdewam e.
"Pêvajoya heyî rê li ber çareseriyê venake"
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê behsa `pêvajoyeke nû` tê kirin. Rayedarên dewleta Tirkiyeyê vê ‘projeyê’ wek ‘Pêvajoya Tirkiyeya Bêteror’ pênase dikin; hinek alî û kes jî wekî ‘Pêvajoya aştî, çareserî û demokrasiyê’ bi nav dikin.
PKKyê di Kongreya xwe ya 12emîn de biryar da ku çekan dane. Em vê biryara çekdanîna PKKyê di berjewendiyên giştî û berjewendiyên miletê Kurd de dibinin û em hêvî dikin ku ev biryar di pratîkê de bê bicîhanîn.
Bêgûman, divê dewleta Tirkiyeyê jî hemû oprasyonên xwe yên leşkerî bi dawî bîne.
Bêşik dawîlêanîna çekdariyê û şer gelekî girîng e lê ev bi serê xwe pirsgirêka Kurd û Kurdistanê çareser nake.
Di vî warî de, divê bi awakî objektîf bernameyeke demkurt, navîn û dûvûdirêj bê amadekirin.
"Mixatab ne yek kes e, divê hemû Kurd bin"
Mixetabê pisrgirêka Kurd û Kurdistanê, ne tenê kesek an jî partiyek e, mixetabê vê pirsê hemû aliyên siyasî, sivîl, demokaratîk yên miletê Kurd in.
Divê bi beşdariya van hemû pêkhateyan `Temsîliyeta Kurdî` bê avakirin û Temsîliyeta Kurdî bibe mixatabê dewleta Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd û Kurdistanê.
Li gorî me, destpêka aştî û çareseriyê ji vir dest pê dike.
Di Parlamentoya Tirkiyeyê de bi beşdariya partiyên ku di parlementoyê de nûnerên wan hene, ‘Komîsyona Piştgiriya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê’ hatiye damezrandin.
Lê mixabin, ev komîsyon bi kiryar û civînên xwe yên heta îro, nîşan daye ku ji hişmendî, bername, armanc û hestiyareke ku bixwaze rêya aştî, wekhevî, dadwerî, demokrasi, azadî û çareseriya pirsgirêka Kurd veke, gelekî dûr e.
Serokê Komîsyonê Numan Kurtulmuş rê neda ku dayikeke Kurd di civîna komîsyonê de bi Kurdî biaxive. Baş e komîsyoneke bi vî rengî dê çawa karibe rêya çareseriya veke?
Heger em berê xwe bidin bang û daxuyanî û gotarên Ocalan, PKK û DEM Partiyê jî em dê bibînin ku ji bo aştiyeke birûmet û mayinde, ji bo mafên neteweyî, demokratik yên miletê Kurd, ji bo bidestxistina statuyeke milî, cografik, siyasî ya li Kurdistanê ne xwedî tu bername û siyasetê ne.
Ji ber vê rastiyê jî gotar û helwestên dewleta Tirkiyeyê jî yên Ocalan, PKK û DEM Partiyê jî rê ji çareseriya pirsgirêka Kurd û Kurdistanê re, rê ji aştiyeke rasteqîn re, rê ji azadî, demokrasi, wekhevî û edaletê re venake.
Mixabin maneya aştiyê bi awakî çewt şîrove dikin, li gorî berjewendiyên xwe, li gor îdeolojiyên xwe şîrove dikin.
Banga yekrêziya neteweyî
Ew hem naveroka aştiyê pûç dikin, him jî mijarê bi zanebûn şolî û aloz dikin.
Miletê Kurd beriya her tiştî, dikare deriyê aştiyê bi têkoşîn û xebatên xwe yên berfireh û pir alî, bi xebateke xurt ya li dîasporayê û bi xebatên piralî yên dîplomasiyê veke.
Ji bo hûnandina xebatên weha berfireh û bihêz jî beriya her tiştî divê bi hişmendiyek neteweyî û demokratîk yekrêziya nav mala Kurd bê pêkanîn.
Divê li her perçeyekî Kurdistanê û li dîasporayê li ser berjewendî û prensîbên neteweyî, niştimanî hevkariyên neteweyî, demokratik bêne avakirin, her wiha divê di navbera tevgera neteweyî ya her çar perçeyên Kurdistanê de, koordînasyoneke neteweyî, demokratik, niştimanî bê avakirin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse