Ako Mihemed: Ên ku aştiyê ava dikin mirovên wêrek in, aştî serkeftineke domdar e

01-09-2025
RÛDAW
Birêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed/Wêne: Rûdaw
Birêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed/Wêne: Rûdaw
Nîşan Navenda Lêkolînan a Rûdawê Aştî Pêvajo Ako Mihemed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed got, “Avakirina aştiyê pêdivî bi wêrekiyê heye, yên ku aştiyê ava dikin mirovên wêrek in. Serkeftinên şer serkeftinên demkî ne lê aştî serkeftineke domdar e.”

Navenda Lêkolînan a Rûdawê li ser pêvajoya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê konferanseke bi navê "Aştiya Tirkiyeyê ya ku bi Zehmetî bi Dest Dikeve" li dar dixe.

“Aştî ne nîşana lawaziyê ye”

Birêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed li konferansê axaftinek kir û li ser girîngiya aştiyê gelek peyam dan û got:

“Ti kes û gelekî xwedî doz û armanc ji aştiyê natirse, ji ber ku aştî hêza pêşketinê ye ji bo jiyana hemû kes û civakan, aştî zemîna pêşketinê ye ji bo her kes û civakekê.

Aştî ne nîşana lawaziyê ye, ji ber ku aştî bi xwe hêz e. Aştiyeke mayînde ya bi maf, edalet û wekheviyê dikare bibe garantî ji bo aramî û pêşketineke berdewam ji bo hemû herêmê.”

Axaftina Ako Mihemed bi vî rengî ye:

“Aştî Hêza Pêşketinê

Beşdarên hêja,

Silavên aştiyê li we bin. Li gelek navendên Tirkiyeyê îro wekî Roja Aştiyê tê dîtin û her wiha 21ê vê mehê Roja Aştiyê ya Cîhanê ye. Îro ev konferansa me li ser aştiyê ye û di bin navê "Aştiya Tirkiyeyê ya bi Zehmetî; Çekdanîna PKKyê û Xalên Werçerxana Siyasetê di Rewşeke Jeopolîtîk a Nearam de" tê lidarxistin.

Ez bi xêrhatina we hemûyan dikim, ên ku ji Tirkiyeyê hatine û yên ku ji Herêma Kurdistanê beşdarî vê konferansê bûne. Spas ji bo Navenda Lêkolînan a Rûdawê ku em li ser vê mijara girîng li vir kom kirine.

Yên ku behsa aştiyê dikin û ji bo aştiyê hewl didin, Xwedayê mezin ji wan hez dike û xelk piştgiriya wan dike. Ew rêjeya mezin a piştgiriyê ya ku niha li Tirkiyeyê ji bo aştiyê heye, rêjeyeke gelekî bilind e û ez piştrast im ku niha bilindtir jî bûye, ji ber ku rapirsiya dawî du meh berê hat kirin û rêje ji sedî 68 bû. Yanî, aştî xwedî piştgiriya herî mezin a gel li Tirkiyeyê ye.

Yên ku ev rêje ava kiriye, yek bi yek endamên tevgereke ku gelekî bi wêrekî li Tirkiyeyê dest pê kiriye ne. Her wiha piştgiriya ji bo aştiyê li Kurdistanê jî gelekî berfireh e, wekî mînak, li hinek gundên herêma sînorî yên Herêma Kurdistanê, ahenga nemana şer ji aliyê xelkê gundan ve hatiye lidarxistin, gelekan ji xelkê wan gundan dest bi jinûveavakirina xaniyên xwe kiriye.

Xelkê van gundan û hemû çîn û tebeqeyên din ên li Herêma Kurdistanê, wekî serkirdayetiya Herêma Kurdistanê, piştgiriyeke bêsînor ji bo aştiyê nîşan didin. Bê guman, piştgiriya xelkê hêzeke gelekî mezin e ji bo serkeftin û aramîbûna aştiyê.

Ew pêvajoya ku ji aliyê Serokkomarê Tirkiyeyê Birêz Recep Tayyîp Erdogan û dewleta Tirkiyeyê ve û Birêz Abdullah Ocalan ve ji bo nemana şer û avakirina aştî û aramiyeke berdewam dest pê kiriye, hest û henaseyeke cuda û tijî hêvî li hemû herêmê ava kiriye, rêya pêkvejiyana aştiyane berfireh kiriye.

Ew pêvajo dikare zemîna geşbûna nijadperestiyê ji holê rake û zemîna hevparî û hevkariyê zêde bike. Vê pêvajoyê mizgîniyeke mezin a belavbûna hezkirinê di nav gelên herêmê de bi xwe re aniye û ji pêvajoyeke tenê siyasî gelekî mezintir e.

Avakirina aştiyê pêdivî bi wêrekiyê heye, yên ku aştiyê ava dikin mirovên wêrek in. Serkeftinên şer serkeftinên demkî ne, lê aştî serkeftineke berdewam e. Yên ku niha li Tirkiyeyê wê pêvajoyê ji bo aştiyeke li ser edaletê damezirandî bi rê ve dibin, şanaziyeke mezin a dîrokî ji bo xwe, gelê xwe û herêmê tomar dikin û bingeha pêşketineke mezin ji bo gelên herêmê ava dikin. Her wiha, yên ku li Herêma Kurdistanê beşdarî serxistina pêvajoya aştiyê dibin, şanaziyeke mezin ava dikin û deriyê pêşketina herêmê berfireh dikin.

Îro hinek parlamenterên Tirkiyeyê di vê konferansê de bi me re beşdar in, ez dixwazim li vir bibêjim ku parlamenter di vê dewra Parlamentoya Tirkiyeyê de beşdarî avakirina qonaxeke gelekî dîrokî dibin. Ev şans û derfeteke dîrokî ye ku ji wan re derketiye holê da ku beşdarî avakirina vê qonaxa dîrokî ya li Tirkiyeyê bibin. Serkeftina vê pêvajoyê, dê bibe destkefteke mezin ji bo wan û gelên herêmê.

Ti kes û gelekî xwedî doz û armanc ji aştiyê natirse, ji ber ku aştî hêza pêşketinê ye ji bo jiyana hemû kes û civakan, aştî zemîna pêşketinê ye ji bo her kes û civakekê.

Aştî ne nîşana lawaziyê ye, ji ber ku aştî bi xwe hêz e. Aştiyeke mayînde ya bi maf, edalet û wekheviyê dikare bibe garantî ji bo aramî û pêşketineke berdewam ji bo hemû herêmê.

Em hêvîdar in ku sala bê di Roja Aştiyê ya Cîhanê de em hemû bi hev re herêmeke aram û bê şer bibînin û serkeftina tam a pêvajoya aştiyê bibînin.

Em ducare kêfxweş in ku we li vir, li bajarê Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê, di vê konferansê de dibînin da ku em bi hev re tenê behsa aştî û asoyên wê pêşketinê bikin ku înşalah aştî dê bibe sedema pêkhatina wê ji bo hemû herêmê.

Tora Medyayî ya Rûdawê, wekî her carê bi awayekî profesyonel rûmala vê pêvajoyê dike û bê guman aştî ji bo pêşketina karê medyayê jî gelekî bi fêde ye.

Hûn ducare bi xêr bên û gelekî spas.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst