Abdullah Demîrbaş: Çekdanîn ne teslîmbûn e

25-05-2025
Zinar Şîno
Abdullah Demîrbaş û Zînar Şîno / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Abdullah Demîrbaş û Zînar Şîno / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Abdullah Demîrbaş Kurd Pêvajo Aştî
A+ A-

Holenda (Rûdaw) - Siyasetmedarê Kurd Abdullah Demîrbaş got, “Em Kurd jî dibînin ku êdî ev tişt bi çekdarî nameşe. Çekdanîn nayê wateya teslîmbûnê.”

KNK kongreya xwe li Holendayê li dar dixe û Ahmet Karamus û Zeynep Mûrad careke din bûn hevserokên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK).

Di rûniştina destpêkê ya roja duyemîn a Kongreya 23yemîn de hilbijartinên hevserokan û endamên Konseya Birêvebir hatin kirin.

Helbet her çi qasî ne di bernameya kongreyê de be jî “pêvajoya çareseriyê” ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yek ji mijarên civatan bû.

“Divê garantî hebin”

Alî Atalanê ku li Tirkiye û Almanyayê parlamenterî kiriye li ser pêvajoyê ji Rûdawê re axivî.

Alî Atalan diyar kir, “Ji bo pêvajo serkeftî be divê garantî hebin” û anî zimên:

“Tevgera Kurd baweriyek daye, zemînek çêkiriye ku li ser wê zemînê pêkvejiyanek, jiyaneke hevbeş û wekî hev bê tesîskirin.

Divê ji aliyekî ve dewleteke demokratîk a li ser bingeha destûrê tesîs bibe û ji aliyê din vê ji bo ku pêvajo bi ser bikeve bê guman dê tedbîra her du aliyan jî hebe.

Ji bo pêvajo serkeftî be divê ji aliyê hêzên têkildar ên navneteweyî ve were garantîkirin.”

Abdullah Demîrbaşê ku berê Hevserokê Şaredariya Sûrê ya Amedê bû jî yek ji beşdaranên kongreyê ye.

“Çekdanîn nayê wateya teslîmbûnê”

Abdullah Demîrbaş, aştî wekî “dermanê hemû derdan” pênase kir û li pey çû:

“Em Kurd jî dibînin ku êdî ev tişt bi çekdarî nameşe. Çekdanîn nayê wateya teslîmbûnê.

Yan jî guhertina Tirkiyeyê, pêşketina mirovahî û azadiyê nayê wateya ku dewletê êdî çok daniye.

Em wiha nefikirin. Em binêrin ku berjewendiya hemû gelan, hemû olan di çi de ye. Di aştiyê de ye û di guherînê de ye û di azadiyê de ye.

Her kes bi nasnameya xwe, zimanê xwe, ola xwe û çanda xwe bi hev re bijî û banga min jî ew e ku Birêz Mesûd Barzanî rêberiyê ji bo kongreyeke neteweyî ya hemû parçeyan bike û di rûpela dîroka Kurdistanê de nexşeyekê zêrîn çêke.

Hemû Kurd û Kurdistanê li benda vê ne. Eger em vê hêz û qewetê bikin ez bawer im li Rojhilata Navîn hemû hêzên cîhanê dê me bibînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst