Sakik bi çîroka malbata xwe bang kir: ‘Em aştiyê dixwazin’

05-11-2025
Nîşan Sirri Sakik Aştî Pêvajo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik di rûniştina Civata Giştî ya Parlamentoyê de axivî û bi mînakên ji malbata xwe bal kişand ser windahiyên mezin ên di dema şerê 50 salî de û got, tevî hemû êşan jî ew aştiyê diparêzin.

Sakik di axaftina xwe de derbarê endamên malbata xwe yên ku di pêvajoya şer de jiyana xwe ji dest daye agahî dan.

“Kevirê gora biraziyê min nîne”

Sakik bi bîr xist ku birayê wî yê ku serokê bajêr bû 33 sal berê li Dîlokê hatiye kuştin û got:

"Tam 33 sal berê li Dîlokê, kekê min ê ku serokê bajêr bû, ji pişta stûyê xwe ve hat kuştin.

Beriya wî, xwişka min li çiyayên Sasonê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da.

Piştî mirina birayê min, kurê wî -xwendekarekî zanîngehê- li dijî vê neheqiyê serî hilda, ew jî çû çiyayan û di dan û standinên aştiyê yên sala 99an de di kemînekê de hat kuştin.

Birayê min ê biçûk ku li dijî van serî hilda, ew jî çû çiyayan û niha li Başûrê Kurdistanê ye, kevirê gora wî li wir e.

Kevirê gora biraziyê min nîne, kevirê gora bi dehan xizmên min nîne, kevirê gora birayê hevjîna min a delal nîne.

“Em ne li pey tolhildanê ne”

Niha, ez van çima dibêjim? Ev qas êşên me hene. Tevî van hemû êşan, em ne li pey tolhildanê ne, em dixwazin di aliyê aştiyê de cih bigirin, em dixwazin vî welatî bigihînin aştî û biratiyê.

Îro daxuyaniyên Birêz Bahçelî, daxuyaniyên Birêz Ozgur Ozel, biryara DMMEyê û daxuyaniyên Birêz Ocalan gelekî girîng bûn.

Eger ev di demeke kurt de bikevin meriyetê, Tirkiye dê bi lez ber bi aştiyê ve biçe. Binêrin, 4ê Çiriya Paşîn Selahattîn Demîrtaş û hevalên wî hatin girtin, tam 9 sal in di zîndanê de ne.

DMME dibêje 'Wan berdin', Dadgeha Destûrî dibêje 'Wan berdin' lê hîn gavek nehatiye avêtin. Divê ev kes di demeke kurt de azad bibin."

"Her kes dikare bîrgeha şer çêbike”

Sakik diyar kir ku ew ji bo aştiyê amade ne û xwe li axaftinê berda:

"Her kes dikare bîrgeha şer çêbike, divê em jî bîrgeha aştî û mexdûrên vî şerî çêbikin, erkekî wiha yê Tirkiyeyê heye.

Em dikarin bîrgeheke mezin çêbikin ku em navê qurbaniyên ji Başbaglarê heta 33 leşkeran, ji Ayşe Mamoste heta Eren Bulbul, ji Roboskî heta Vartinisê û 20 hezar cinayetên kiryar nediyar li serê binivîsin.

Wê demê Tirkiye dikare bigihîje aştiya xwe ya mezin.

Em amade ne, kesên êş kişandine amade ne lê kesên ku rewşa wan baş e û ji vê êşê dûr in dixwazin vê pêvajoyê sabote bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst