Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyeke Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Şama paytexta Sûriyeyê ziyaret kir.
Ev serdan di demekê de pêk hat ku hîn aramî û asayîş li wî welatî pêk nehatiye.
Şande bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re civiya. Şandeyê di civînê de dosyeya Rêveberiya Xweser, dadweriya veguhêz û mafên jinan gotûbêj kirin.
Şandeya Konseya Ewlehiyê piştî civîna bi Ehmed Şer re, bi nûnerên civaka sivîl a Sûriyeyê re civiya.
Nûnerên hemû pêkhateyan, di nav de Kurd jî di civînê de amade bûn.
Nûnerên Kurd mijara vegera koçberên ji Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê xistin rojeva civînê.
Li gorî zanyariyan Peymana 10ê Adarê jî mijareke din a civînê bû.
Birêvebirê Rêxistina Pêlê Ferhad Ehmê diyar kir ku civîna wan nêzîkî demjimêrekê ajot. Ehmê da zanîn ku di nava koma 20 kesî ya nûnerên civaka sivîl de 6 Kurd hebûne.
"Mijara sereke Peymana 10ê Adarê bû"
Ferhad Ehmê amaje bi hûrgiliyên civînê kir û derbarê naveroka civînê de got:
"Nûnerên 15 welatên endam ku ji balyoz û karmendan pêk dihatin û aliyê civaka sivîl nêzîkî 20 kes hebûn.
Em 6 Kurd bûn. Mijara herî zêde hat gotûbêjkirin Peymana 10ê Adarê ya di navbera HSD û hikûmetê de bû.
Me nîqaş kir bê em çawa dikarin piralîbûn û Pirsgirêka Kurdan a li Sûriyeyê bi rêya destûrê çareser bikin.
Me pirsa nenavendiya Sûriyeyê û amadekirina destûreke ku hemûyan li xwe bigire nîqaş kirin."
Muzne Eletreş xanimeke ji pêkhateya Durzî ya ji Siwêdayê ye.
Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Sûriyeyê ew vexwendiye da ku beşdarî civînê bibe û belgeyên derbarê binpêkariyên bajarê xwe pêşkêş bike.
Binpêkirinên li Siwêda û Laziqiyeyê
Muzne Eletreşê li ser hevdîtinan wiha got:
"Piştî civîna bi rêxistinên civaka sivîl re, civîna me li ser wan navçeyên ku binpêkirin lê çêbûn, wekî parêzgeha Siwêda û parêzgeha Laziqiyeyê dest pê kir.
Şande bi her du aliyên dijber ên Siwêdayê re, yanî hem bi Durziyan û hem jî bi eşîrên Bedewî re rûnişt.
Her wiha şande bi nûnerê hikûmetê re jî civiya. Ji ber ku em mafdar in, me hemû binpêkarî di flaşdîskekê de dan wan."
Şandeyê Serokatiya Sûriye, kabîneya wezîran, nûnerên civaka sivîl, mexdûrên bûyerên Siwêda û herêmên peravê guhdarî kir.
Şandeyê di hevdîtinan de ragihand ku “Biryara 2254an” êdî ji bo Sûriyeyê ne derbasdar e. Şande dê niha li ser biryareke nû kar bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse