Tohmetbar li xwe mikur hat: Li gundê Lacanê çi qewimî?

04-12-2025
RÛDAW
Wêne: Dîmenê aloziyan û tohmetbarê bûyerên Lacanê\ Vîdeo: Asayîşa Herêma Kurdistanê
Wêne: Dîmenê aloziyan û tohmetbarê bûyerên Lacanê\ Vîdeo: Asayîşa Herêma Kurdistanê
Nîşan Gundê Lacanê Hewlêr Asayîşa Herêma Kurdistanê Xebat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê îtîrafên gumanbarekî belav kirin ku pêwendiya wî bi aloziyên gundê Lacanê yê Hewlêrê re heye.

Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand ku wan planeke metirsîdar û piralî pûç kiriye ku armanca wê felckirina kerta enerjiyê û çêkirina "rûbarê xwînê" li kolanên Kurdistanê bû.

Encumena Asayîşê hûrgiliyên tora têkderan eşkere kirin ku ji aliyê destên derve û navxweyî ve hatine livandin da ku zemînê ji bo hatina mîlîsan xweş bikin.

Li gorî encamên lêkolînên hûr ên Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê, aloziyên vê dawiyê yên li gundê Lacanê yê navçeya Xebatê ne tenê bûyerên asayî bûn, belkî destpêka bicihanîna planeke pêşwext bûn.

Li gorî daxuyaniya dezgehên ewlehiyê gihiştine wê encamê ku destekî tevlihev ji aliyên navxweyî û derve planeke zincîre ya êrişan amade kiribû.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo birîna karebaya Herêma Kurdistanê armanca herî diyar lêdana Qada Gazê ya Kormorê bû.

Li gorî planê, piştî wê jî divabû êrişî parzûngehên petrolê û stasyonên karebayê bikin û li parêzgehên Hewlêr û Dihokê teqînan pêk bînin.

Şerê derûnî û medyayî

Beşeke din a planê wekî ku di lêkolînan de derketiye holê, şerekî derûnî û medyayî bûye.

Li gorî daxuyaniyê, plan wiha bûye:

"Bi rêya medyaya aliyekî mixalefetê û medyaya derve xelk ji bo xwenîşandan û tundiyê bê teşwîqkirin.

Paşê di nav xwenîşandanan de gule bê reşandin da ku hêzên ewlehiyê neçarî bersivdanê bibin û xelk bên kuştin."

Asayîşê destnîşan kir ku armanca dawî ya vê "senaryoya xwînî" ew bûye ku kuştina welatiyan bikin hincet û propagandayê bikin da ku daxwaza destêwerdana komên mîlîsan bikin û êrişî Herêma Kurdistanê bikin.

Pêşwext agahdar bûn

Encumena Asayîşê ragihand ku ew pêşwext ji hûrgiliyên planê agahdar bûn û karîn di dema guncaw de rê li ber bûyeran bigirin.

Li gorî daxuyaniyê di operasyonê de hejmareke tohmetbar hatin desteserkirin ku ferman ji aliyên derve û milîsan wergirtine.

Ew li xwe mukir hatine ku armanca wan têkdana aramiya Herêma Kurdistanê bûye û niha rûbirûyî dadgehê hatine kirin.

Beriya bi 4-5 rojan di navbera parêzvanên Parzûngeha Lanazê ya nêzîkî gundê Lacanê û xelkê gund de alozî derketibûn û aloziyê 3 rojan berdewam kiribû.

Di aloziyê de welatiyekî ku şofêrê barhilgirê bû bi guleyekê hatibû kuştin. 

Di encama operasyonê de çend gundiyên Lacanê hatibûn desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst