THYyê piştî 4 mehan dest bi geştên Kerkûkê kir

01-10-2025
RÛDAW
Nîşan THY Kerkûk Geşt
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî 130 rojî ji rawestandina geştan a ji ber şerê Îsraîl û Îranê, Kompanyaya Rêyên Asmanî ya Tirkiyeyê (THY) geştên xwe yên ji Balafirgeh Kerkûkê ber bi Stenbolê ve careke din da destpêkirin.

Geştên wê Kompanyaya Rêyên Asmanî ya Tirkiyeyê (THY) 1ê Çiriya Pêşîn a 2025an ji Balafirgeh Kerkûkê ber bi Stenbolê ve dest pê kirin.

Birêvebirê Ragihandinê ya Balafirgeh Kerkûkê Herdî Semed ji Rûdawê re ragihand:

“Geştên asmanî yên Kompanyaya Rêyên Asmanî ya Tirkiyeyê ji ber destpêkirina şerê di navbera Îsraîl û Îranê de hatibûn rawestandin, îro geşta yekem ber bi Stenbolê hat kirin.”

Şerê navbera Îsraîl û Îranê 12ê Hezîrana 2025an dest pê kir û 12 rojan berdewam kir.

Di wê demê de Îraqê qada xwe ya esmanî li ber geştan girtibû û Kompanyaya Rêyên Asmanî ya Tirkiyeyê jî ji wê demê ve geştên xwe rawestandibûn.

Birêvebirê Ragihandinê ya Balafirgeh Kerkûkê got:

“Kompanyaya Rêyên Asmanî ya Tirkiyeyê dê hefteyê du geştên çûn û hatinê di rojên Yekşem û Çarşemê de pêk bîne.”

Berê geştên asmanî ji Balafirgeh Kerkûkê ber bi Tirkiyeyê ve ji aliyê Rêyên Esmanî ya Îraqê ve jî dihatin kirin ku ew jî hefteyê çar geşt bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst