WÊNE - Îsmaîl Beşîkçî baştir e: ‘Hûn dê min kengî derxin?’

01-10-2025
RÛDAW
Nîşan Îsmaîl Beşîkçî Weqfa Îsmaîl Beşîkçî Îbrahîm Gurbuz Nexweşxane
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Civaknas û nivîskarê navdar Îsmaîl Beşîkçî ku ji ber ku xwîn rijiya ser mêjî li nexweşxaneyê bû, ji beşa çavdêriya hûr hat derxistin û ji bo odeyeke taybet hat veguhastin.

Civaknas û nivîskarê navdar Îsmaîl Beşîkçî 27ê Îlonê li Amedê di Festîvala 9emîn a Belgefîlman a FîlmAmedê de xwîn rijiyabû ser mêjî û ew rakiribûn Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê.

Serokê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, Îbrahîm Gurbuz, li ser rewşa dawî ya tenduristiya Beşîkçî agahiyên herî nû parve kirin û da zanîn ku ew ji beşa çavdêriya hûr derketiye.

Îbrahîm Gurbuz da zanîn ku pirsa yekem a Îsmaîl Beşîkçî piştî ku ew li odeya taybet bi cih bûye ev bûye:

“Hûn dê min kengî ji nexweşxaneyê derxin?”

Gurbuz diyar kir ku wî ji Beşîkçî re gotiye, “divê ew sebir bike, ew sembola berxwedaneke mezin e” û anî ziman ku gelê Kurd jê pir hez dike û mirovên ji her parçeyên Kurdistanê li dora wî bûne yek.

Her wiha Gurbuz bangî hezkiriyên Beşîkçî kir ku ji ber metirsiya serma û COVID-19ê heta ku tedawiya wî bi dawî dibe hewla serdana wî nedin û got:

“Divê em mamosteyê xwe demekê îzole bikin.”

Îbrahîm Gurbuz her wiha da zanîn ku dema wî silav û hezkirina xelkê ji çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê gihandiye Îsmaîl Beşîkçî, ew pir kêfxweş û hestyar bûye.

Daxuyaniya Serokê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, Îbrahîm Gurbuz:

“Ez dixwazim çend nûçeyên baş bi we re parve bikim. Mamoste Îsmaîl Beşîkçî ji beşa çavdêriya hûr derketiye û ew veguhestine odeyeke taybet. Me ew bi Xalid Sadinî, Dr. Gencettîn û Prof. Dr. Cenap Ekîncî re li odeya wî ya taybet bi cih kir.

Mamoste Beşîkçî ji me pirsî, "Hûn dê min kengî ji nexweşxaneyê derxin?" Min jê re got ku divê sebir bike, ew sembola berxwedaneke mezin e.

Min her wiha anî ziman ku gelê Kurd jê pir hez dike û mirovên ji her çar parçeyên Kurdistanê li dora wî bûne yek. Min got, "Hêvîdar im, ev bûyer dê bibe wesîleya yekîtiya neteweyî ya Kurdan."

Dostên hêja, eger em bi rastî ji Îsmaîl Beşîkçî hez dikin û dixwazin ku ew bi tenduristiyeke baş vegere, divê em hewl nedin ku wî ji nexweşxaneyê derxînin heta ku tedawiya wî temam nebe.

Divê em mamosteyê xwe demekê îzole bikin. Li vir û li derdorê grîp û COVID pir berbelav bûye. Em di vê mijarê de li benda têgihîştina we ne.

Di dawiyê de, dema ku min silav û hezkirina we ya ji çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê jê re ragihand, ew pir kêfxweş bû û bi rastî hestyar jî bû. Di dawiya hevdîtina me de ken li ser rûyê wî bû.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst