Hewlêr (Rûdaw) - Rewşa civaknas û nivîskar Îsmaîl Beşîkçî yê ku xwîn çûbû ser mejiyê wî ber bi başiyê ve diçe.
Beşîkçî, 27ê Îlonê li Amedê beşdarî Festîvala 9emîn a Belgefîlman a FilmAmedê bûbû û nexweş ketibû.
Piştî ku ew rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê, hatibû diyarkirin ku xwîn çûye ser mejiyê wî.
Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Veysî Ulgen li ser rewşa tenduristiyê ya Beşîkçî agahî da û wiha got:
“Nûçeyên me yên baş ên derbarê Îsmaîl Xoce de berdewam dikin.
Di muayeneya Norolojiyê ya vê sibehê de, di bîr, axaftin û şiyana bikaranîna laşê wî de bipêşketin heye.
Her wiha dikare lingê xwe yê rastê jî hinekî bilivîne. Li beşa nexweşiyên giran dest bi fîzyoterapiya sivik jî hatiye kirin.
Tenê ji ber pirsgirêka di sondayê mîzê de hinek nirxên xwînê (Ure, kreatînîn) bilind bûne.
Dest bi konsiltasyona Urolojiyê û dermankirinê hatiye kirin. Ji ber vê yekê dê îro jî li beşa nexweşiyên giran bimîne.
Divê beriya ku bo odeyeke taybet bê veguhastin amadehî bên kirin. Em dê agahdarkirina li ser pêşketinan bidomînin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse