EFRÎN - Fermandarekî Hemzatê guvaştxaneya zeytûnan a Kurdekî derxist firotinê

01-11-2025
RÛDAW
Nîşan Efrîn Kurd Hemzat Guvaştxaneya Zeytûnan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarekî koma Hemzatê li Efrîna Rojavayê Kurdistanê guvaştxaneya zeytûnan a welatiyekî Kurd daye ber firotinê.

Li gorî Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), Fermandarekî "Hemzatê" yê bi navê "Zekeriya Termanînî" guvaştxaneya zeytûnan a welatiyekî Kurd ê ji gundê Qirtabayê yê navçeya Şêran a Efrînê, bi 100 hezar dolarên Amerîkî derxistiye firotinê.

Li gorî SOHR, ew welatiyê Kurd di dema dagirkirina Efrînê ya sala 2018an de ji gundê xwe koçber bûbû.

Piştre bi temamî dest danîbûn ser guvaştxaneya wî û tiştên di nav de wekî derî û alav hatibûn dizîn û niha jî ew guvaştxane bi awayekî fermî derxistine ber firotinê.

Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR), Ofîsa "Birêvebiriya Aborî" ya girêdayî komên çekdar, dest bi gaveke nû kiriye û dikanên wan bi "mohra sor" digire da ku dest deyne ser dikanan.

Bacên bi zorê û talankirina berhemên zeytûnan

SOHRê her wiha diyar kir ku ev pêngav di çarçoveya binpêkirinên berdewam ên komên çekdar de ye û wek mînak amaje bi bûyereke 27ê Çiriya Pêşîn a îsal kir.

Li gorî SOHRê, li gundê Bêlanê yê navçeya Bilbilê, serkirdeyên koma "Ceyş el-Nuxbe" tevahiya berhema zeytûnan a welatiyekî talan kiriye ku nêzîkî 900 darên zeytûnan, ango derdora 250 çewalan bû.

Hat gotin ku ev yek di çarçoveya "kampanyayeke sîstematîk" de ji bo talankirina milkê cotkaran hatiye kirin.

Her wiha li gundê Yaxûrê yê navçeya Mabatayê "Rêveberiya Aborî" bacên zordarî yên ku digihîje nîvê berhema zeytûnan li ser xelkê ferz kiriye û di sezona îsal de dest daniye ser zêdetirî 400 çewalên zeytûnan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst