LÊKOLÎN - Kurdên Başûr dilgiran in ên Rojavayê kêfxweş in

01-11-2025
Hêmin Ebdullah
Kampeke penaberan a li Almanyayê\ Wêne: Arşîv
Kampeke penaberan a li Almanyayê\ Wêne: Arşîv
Nîşan Almanya Kurdên Diyasporayê Kurdên Rojavayê Kurdistanê Kurdên Başûrê Kurdistanê
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Enstîtuya Federal a Lêkolînên Nifûsê (BIB) a Almanyayê lêkolîneke nû weşand.

Lêkolîn derbarê diyasporaya Kurdan a li wî welatî zanyariyên balkêş dihewîne.

Enstîtuyê li seranserê Almanyayê lêkolîn kir da ku bizanibe ka kîjan komên koçber herî bextewar in.

Encamên lêkolînê vê hefteyê hatin weşandin. Encam nîşan didin ku koçberên ji welatên Yekîtiya Sovyeta berê û Polonyayê hatine komên herî bextewar in.

Li gorî lêkolînê, xelkê Îraq û Başûrê Kurdistanê di nav wan kesan de ne ku kêmtir bi jiyana li Almanyayê bextewar in.

Li aliyê din, xelkê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê wekî kesên bextewar û ji jiyana xwe ya li Almanyayê razî derketine holê.

Lêkolîner sedema nerazîbûna xelkê Îraq û Başûrê Kurdistanê bi guhertina yasayên penaberiyê yên Almanyayê ve girê didin.

Li gorî wan yasayên nû wergirtina mafê penaberiyê û anîna malbatan a ji bo Almanyayê zehmettir kirine.

Beşdarên lêkolînê yan koçber in yan jî zarokên malbatên koçberan e. Temenê beşdaran di navbera 20 û 52 saliyê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst