Amed (Rûdaw) - Li Amedê tenê 107 hezar û 157 jin bi awayekî fermî dixebitin. Ev hejmar li gorî nifûsa giştî ya jinan a bajêr ku 907 hezar e, gelekî kêm e.
Li Amedê zêdetirî 635 hezar jin di temenê xebatê de ne lê tenê ji sedî 10ê wan bi awayekî çalak û bi sîgorte kar dikin.
Di nav vê hejmarê de jinên ku di sektora taybet û giştî de dixebitin, jinên xwedî karê xwe û yên ku bi rêya Saziya Kar a Tirkiyeyê (ÎŞKUR) ji bo demeke kurt kar dikin hene.
Parlamentera AK Partiyê ya Amedê Suna Kepoglu Ataman ev amar di civîna Komîsyona Wekheviya Jin û Mêran a Parlamentoya Tirkiyeyê de eşkere kir.
“Xebat jinê azad dike”
Jinên ku li Amedê dixebitin, balê dikişînin ser girîngiya serxwebûna aborî.
Zeynepa ku xwebatkar e got, “Baş e ku jin her dem di nav jiyanê de cihê xwe bigire.
Em li malê jî dixebitin lê ji bo ku em civakîtir bibin, baş e ku em di nav kar de bin.”
Berna Guneş jî xebatkar e û wê jî wiha got, “Eger em nexebitin, em dê xizmeta mêran bikin.
Li şûna ku em xizmeta mêran bikin, em dê bixebitin, li ser lingên xwe bisekinin û pereyê xwe qezenc bikin. Eger em nexebitin, em dê bibin koleyên mêran.”
Arzu Kelekçîerê jî got, “Xebat jinê azad dike. Jinek çiqas azad be jî, eger karê wê tune be ew ne azad e û nikare li ser lingên xwe bisekine.
Di wê rewşê de, yan girêdayî bavê xwe ye, yan birayê xwe, yan jî mêrê xwe ye.
Yanî pereyê te hebe tu bi temamî azad dibî lê eger pereyê te tune be tu girêdayî kesekî dimînî.”
“ji bo jinan derfetên baş peyda nabin”
Li gorî amaran, di du salên dawî de rêjeya jinên xebatkar li Amedê ji sedî 5 zêde bûye.
Sazî û karsazên jinan diyar kir ku ev hejmar ji bo bajarekî ku ji sedî 51ê nifûsa wî jin in, gelekî kêm e.
Kordînatora Navenda Gastro Înîvasyonê ya Jûra Bazirganiyê ya Amedê Meryem Ozdemîr Okyê jî got:
“Ji 900 hezar jinan tenê ji sedî 10ê wan dixebitin, ev helbet ne reqemeke baş e. Derfetên baş ên kar ji bo jinan peyda nabin.
Ew karên ku pêşkêşî jinan tên kirin jî ne ew kar in ku jin pê karibin kariyera xwe ava bikin û ne berdewam in jî.”
Li gorî pisporan, divê proje û plansaziyên teşwîqê bên zêdekirin da ku hejmara jinên xebatkar li Amedê bigihîje bi sed hezaran.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse