Dusseldorf (Rûdaw) - Komîteyeke Parlamentoya Brîtanyayê raporek weşand û tê de rexne li hikûmetê girt ku pereyên zêde û nepêwîst li otelên ku penaxwaz lê dimînin xerc dike.
Ev demeke dirêj e, komên dijî koçberan û partiyeke siyasî li Brîtanyayê mijara koçber û otelan ji bo armancên xwe bi kar tînin.
Hema bêje her hefte li ber wan otelan xwenîşandan tên lidarxistin û carinan jî êriş li wan tên kirin.
Rapora nû ya komîteya parlamentoyê, van îdiayên komên dijî koçberan xurtir dike.
Lêçûneke 15 milyar poundî
Li gorî raporê, tê pêşbînîkirin ku lêçûna bicihkirina penaberan di navbera salên 2019 û 2029an de bigihîje 15 milyar poundan.
Sedema vê yekê ew e ku hikûmetê penaber ji bo demeke dirêj li otelan bi cih kirine ku divabû tenê wekî cihên demkî bihatana bikaranîn.
Komîteyê destnîşan kir ku ev rewş du encamên neyînî derxistiye holê ku ev jî wisa ne:
Niştecihên herêmên ku otel lê ne nîgeran bûne.
Otel ji bo mayîna demdirêj a penaberan ne cihên guncaw in.
Kompanyayên ku qezenc dikin
Komîteyê her wiha da zanîn ku di vê pêvajoyê de kesên herî zêde qezenc kirine, ew kompanyayên ku çavdêriya bicihkirina penaberan dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse