Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Îdareyê ya Herêmî ya Dîlokê daxwaza "rawestandina birêvebirinê" ya Ahmet Turk a li dijî dûrxistina wî ya ji Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê red kir.
Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê jî dema peywira qeyûmê ku li şûna Ahmet Turk hatibû tayînkirin dirêj kir.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, 3yê Çiriya Paşîn a 2024an ji aliyê Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ve bi awayekî demkî ji peywira xwe hatibû dûrxistin.
Turk ji bo betalkirina vê biryarê û rawestandina birêvebirinê serî li dadgehê dabû.
Dadgeha Îdareyê ya Herêmî ya Dîlokê 25ê Kanûna Pêşîn a 2025an bi yekdengî biryara redkirina daxwazê da.
Dadgehê di çarçoveya madeyên têkildar ên Yasaya Rêbaza Darizandina Îdarî ya hejmar 2577an de dosye nirxand û diyar kir ku şertên hiqûqî yên daxwaza rawestandina birêvebirinê pêk nehatine.
Di biryarê de hat tekezkirin ku şertên di benda 2yemîn a madeya 27an de bi hev re pêk nehatine.
Dema peywira qeyûm 2 mehên din hat dirêjkirin
Li aliyê din, Wezareta Karên Navxwe dema peywira Tuncay Akkoyunê ku li şûna Ahmet Turk wekî qeyûm hatibû tayînkirin 2 mehên din dirêj kir.
Îtîrazî tayînkirina qeyûm kiribû
Ahmet Turk û parêzerên xwe diyar kiribû ku biryara berê ya "redkirina dozê" ya Dadgeha Îdareyê ya 1emîn a Mêrdînê li dijî hiqûqê ye.
Dozger îdia kiribû ku bingeha vê kiryarê biryareke mehkûmiyetê ya teqeznebûyî ye û xwestibû ku biryar were rakirin û birêvebirin were rawestandin.
"Hûn careke din di testa samîmiyetê de man"
Wekîlê Serokê Koma CHPyê Murat Emîr li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê mijarê de daxuyaniyek da û wiha got:
"Me gotibû 'Bi teşxîsa şaş tedawiya rast nabe.' Me di rapora xwe ya komîsyonê de bi binxêzkirinê gotibû 'Pirsgirêka Kurdan di cewherê xwe de pirsgirêkeke demokrasî û hiqûqê ye.'
Heta ku hiqûqa dualî berdewam bike, heta ku hûn dengê hilbijêran bêqîmet bihesibînin; hûn dikarin behsa kîjan pêvajoyê, kîjan aştiya civakî bikin?
Hûn bi destekî xwe îşareta 'werin em biaxivin' dikin, bi destê din jî kelemçeya 'qeyûm' li îradeya gel dixin.
Navnîşana çareseriyê ne korîdorên tarî yên Serayê ne, ne jî avahiyên şaredariyan ên ku bi bariyerên polîsan hatine dorpêçkirin in.
Bi rawestandina hiqûqê, bi desteserkirina hilbijartiyan û bi israra di vê yekê de ti rêyeke ku mirov tê de bimeşe tune.
Ev rê, rêyeke girtî ye. Hûn careke din di testa samîmiyetê de man.
Heta ku rejîma qeyûm bi dawî nebe, ewlehiya sindoqan neyê dabînkirin û dadmendî neyê avakirin xebatên aştiya civakî li Tirkiyeyê nikarin bi pêş ve biçin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse