Li Sineyê berf û bagerê înterneta 189 gundan qut kir

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Sine Berf Bager Înternet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Giştî yê Ragihandin û Teknolojiya Zanyariyan a Parêzgeha Sineyê ragihand, ji ber bager û bayê tund tora pêwendî û înterneta 189 gundan qut bûye.

Piştî hewldanan pirsgirêka 86 gundan çareser bûye lê 103 gund hîn jî bê înternet in.

Birêvebirê Giştî yê Ragihandin û Teknolojiya Zanyariyan a Sineyê Aram Heyderî ji medyaya fermî ya Îranê re da zanîn ku qutbûna înterneta 16 gundan ji ber qutbûna kabloyên înternetê bûye û ya 173 gundan jî ji ber qutbûna karebayê bûye.

Aram Heyderî diyar kir ku piştî çêkirin û hatina karebayê, înterneta 69 gundan hatiye.

Heyderî diyar kir ku wan bi rêya jeneratoran karebaya pêwîst ji bo înterneta 8 gundan dabîn kiriye û pirsgirêk çareser bûye.

Her wiha tora pêwendiyan a 9 gundan jî bi rêya çêkirina stûnên karebayê û kabloyên înternetê hatiye vegerandine.

Aram Heyderî her wiha destnîşan kir ku ji 26ê Kanûna Pêşîn a 2025an ve 35 tîmên ku ji 70 pisporan pêk tên, hewl didin înterneta hemû gundên parêzgehê çêbikin.

Rêya 146 gundan girtî ye

Parêzgarê Sineyê Areş Lihonî roja Pêncşemê gotibû, bager bûye sedema girtina rêyên 400 gundên parêzgehê.

Lihonî da zanîn ku di encama hewldanan de rêyên 254 gundan hatine vekirin û hîn jî rêyên 146 gundan girtî ne.

Li gorî Keşnasiya Îranê, ew pêla ku piştî nîvroya Pêncşemê bandor li Rojhilatê Kurdistanê kiriye dê heta roja Şemiyê berdewam bike û îhtimala girtina rêyên navbera bajar û gundan jî heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst