Asayîş: 400 girtî dê sibe werin berdan

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) bi daxuyaniyekê ragihand ku di çarçoveya pêbendbûna wan a bi bendên peymana 29ê Çileya 2026an û ji bo pêkanîna ewlehî û aramiyê, sibe 400 girtî dê werin berdan.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pêvajoya hevguhertina girtiyan hatiye temamkirin û derbarê vê boneyê ev agahî hatin parvekirin,“Berdana girtiyan dê sibe saet 14:00an li Çarxerêya Sebaxê ya bajarê Hisîçayê pêk were.

Asayîşê daxwaz ji xelkê kir ku ji bo selametiya pêvajoyê û bi awayekî rêxistinkirî pêk were, pêbendî tedbîrên ewlehiyê bin.

Di daxuyaniyê de bi awayekî eşkere hat teqezkirin ku di dema kêfxweşiyê de bikaranîna çekan qedexe ye.

Her wiha di berdewamiya daxuyaniyê jî de hat diyarkirin ku ji bo pêşîgirtina li komên bêserûber, hat xwestin ku welatî bi tedbîrên hêzên Asayîşê yên li parêzgeha Hîsîçayê ve tevbigerin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di dawiya daxuyaniya xwe de vegera girtiyan li malbatên wan pîroz kir û teqez kir ku ew dê xebatên xwe heta azadkirina hemû girtiyan bidomînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst