Hewlêr (Rûdaw) - Li Kampa Şaryayê ya koçberan a li parêzgeha Dihokê agir bi 2 konan ket.
Nûçegihanê Rûdawê Nayîf Remezan da zanîn ku ziyanên canî nînin lê du kon bi temamî şewitîn.
Nayîf Remezan ji cihê bûyerê ragihand ku di encama şewatê de kon bi temamî şewitîne û hemû kel û pelên tê de bûne xwelî.
Li gorî zanyariyên destpêkê, sedema şewatê sîgortaya karebayê ye.
Şahidekî ji Nûçegihanê Rûdawê re got:
"Sibehe ji nişka ve min dît ku agir ji konan bilind dibe.
Me Parastina Sivîlan agahdar kir û piştî nêzîkî 20 xulekan tîmên wan gihîştin."
Li gorî gotina wî şahidî, 5 zarok di nav konan de bûn lê ji aliyê xelkê ve hatine rizgarkirin.
Di bûyerê de ti ziyanên canî çênebûne û tîmên Parastina Sivîlan mijûlî lêkolîna li ser sedema sereke ya şewatê ne.
Li Kampa Şaryayê Kurdên Êzidî yên ji Şingalê dimînin ku piştî sala 2014an û êrişa DAIŞê koçber bûbûn.
Ev ne cara yekem e ku agir bi Kampa Şaryayê dikeve, 1ê Tîrmeha 2024an jî nêzîkî 10 konan bi temamî şewitîbûn.
#WÊNE - Li Kampa Şaryayê ya Dihokê agir bi du konan ket
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 2, 2026
💢 Sedema şewatê kareba bûye û ti ziyanên canî çênebûne
💢 Kurdên Êzidî yên ji Şingalê li Kampa Şaryayê dimînin
📸 Nayîf Remezan - Rûdaw pic.twitter.com/7Gb6NOiMif
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse