Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Lêborîna Navdewletî amaje bi xirabiya tendirustiya girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan dike û dibêje, Wezareta Îtla'ata Îranê dixwaze bi zorê wê bîne ser televîzyonê û neçarî îtîrafkirinê bike.
Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) nameyek arasteyî Serokê Dezgeha Dadê ya Îranê Îbrahîm Reîsî kir û ew helwesta Wezareta Îtla'ata Îranê wek îşkence bo neçarkirina îtîrafkirinê binav dike û daxwaz dike demildest li nexweşxaneyeke derveyî zindanê çareseriya pizşîkî bo Zeynep Celaliyan bê kirin.
Di nameyê de Amnesty International diyar dike, “Zeyneb Celaliyan di heyama kêmtir ji salekê de ji bo 4 zindanên ciyawaz hatiye veguhastin û Îtla'ata Îranê ew îşkence kiriye, di odeya takekesî de ragirtiye û rêgirî lê kiriye ku destê wê negihije xizmetguzariyên pizîşkî.”
Li gor raporta Amnesty International, Wezareta Îtla'ata Îranê, ji wê re gotiye bi mercekê dê rê bi wergirtina çareseriya pizîşkî bidin û bo zindaneke nêzikî malbata wê veguhêzin, eger îtîrafkirina bi rêya televîzyonê qebûl bike.
Amnesty International, daxwaz dike ku ew girtiya siyasî ya Kurd bê azadkirin ku 14 sal in di zindanê de ye.
Zeyneb Celaliyan bihara sala 2020an li zindana Qerçek Weramîn a li nêzikî Tehranê bi vîrusa Coronayê jî ketibû.
Zeyneb Celaliyan, sala 1982an li bajarê Mako yê ser bi parêzgeha Urmiyê ve jidayîk bû. Sala 2007an li Kirmaşanê hat desteserkirin.
Celaliyan sala 2009an bi tometa “endamtiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û hewldana dijî asayişa niştimanî û şerê li dijî Xwedê” cezayê darvekirinê bi ser de hat sepandin.
Herwiha sala 2011an jî ew cezayê darvekirinê bo zindanîkirina heta hetayê hat veguherandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse