Qamişlo - Tirkiyeyê êrişî avahiya Hêzên Ewlehiya Hundirîn kir

02-02-2024
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Êrişên Dronî Tirkiye Qamişlo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Droneke Tirkiyeyê avahiya Hêzên Ewlehiya Hundirîn a bajarê Qamişloyê ya Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku droneke Tirkiyeyê avahiya Hêzên Ewlehiya Hundirîn a li taxa Mahtayê ya Qamişloyê kiriye armanc.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Rojavayê Kurdistanê li ser êrişê daxuyaniyek belav kir.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn di daxuyaniyê de got, “Artêşa Tirk a dagirker bi rêya balafireke bêmirov navendeke me ya li aliyê rojhilatê bajarê Qamişloyê hedef girt. Di encamê de 4 endamên me şehîd bûn û endamek jî birîndar bû.”

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê da zanîn ku ji destpêka 2024an ve artêşa Tirkiyeyê 62 caran êrişî Sûriye û Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Di wan êrişande 7 kesan canê xwe ji dest daye, jinek û zarokek jî di nav de 13 kes birîndar bûne.

Tirkiye di van demên dawî êrişên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê zêde kirine.

Di encama wan êrişan de wêstgehên petrolê, santralên elektrîkê û saziyên xizmetguzariyê yên bajar û bajarokan ji kar ketine.

Herî kêm 5 milyon kes bê av, elektrîk û gaz mane.

Tê texmînkirin ku ziyana madî jî zêdetirî yek milyar dolarî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst