Meha borî 50 kolber hatin kuştin û birîndarkirin

02-02-2024
RÛDAW
Nîşan Kolber Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovan a Hengawê raghand ku di meha Kanûna Paşîna îsal de 6 kolber li Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin û 44 kolber jî birîndar bûne.

Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovan a Hengawê amarên xwe yên meha Kanûna Paşîn a derbarê kolberan de parve kirin.

Hengawê diyar kir ku di encama êrişên rasterast ên hêzên Komara Îslamî ya Îranê de 6 kolber hatine kuştin û 44 kolber jî birîndar bûne.

Hengawê sedema mirin û birîndarbûna kolberan wiha parve kir:

Di encama êrişa bi çekan de, 6 kes hatin kuştin û 40 kes jî birîndar bûn.

Di encama êrişa bi keviran de, 2 kes birîndar bûn.

Bi tundî û şkenceyê kesek birîndar bû.

Di encama gêrkirina di çiya de jî kesek birîndar bû.

Herwiha Hengawê diyar kir ku 3 kuştî û 26 birîndar ji parêzgeha Kirmaşanê û 3 kuştî û 21 birîndar jî ji parêzgeha Sîneyê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst