Kolberekî 15 salî ji serma canê xwe ji dest da

26-03-2024
RÛDAW
Nîşan Kolber Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kolberekî zarok ê 15 salî li herêma Mêşawê ya Seqizê li paş karwanê kolberan mabû ji ber sermayê canê xwe ji dest da.

Êvara roja yekşemê kolberekî zarok ê 15 salî bi navê Hestiyar Mesûr Ebdulkerîmî ku xelkê gundê Kesnezanê yê Dîwandereyê ye di dema kolberiyê de li herêma Mêşawê ya Seqizê li paş heval û karwanê kolberan maye û rêya xwe wenda dike.

Hestiyar Mesûr Ebdulkerîmî ji ber sir û sermayê canê xwe ji dest dide.

Cenazeyê Hestiyar Mesûr Ebdulkerîm roja duşemê li herêmê ji aliyê xelkê ve hat dîtin û ji bo Nexweşxaneya Seqizê hat veguhestin.

Piştî karên fermi yên Saziya Bijîşkiya Dadî cenazeyê kolberê 15 salî li heman rojê li gundê Kesnezanê yê Dîwandereyê hat veşartin.

24ê Adarê kolberê bi nave Soran Ebdî yê ji Baneyê ji aliyê hêzên sînorî yên Îranê hatibû kuştin.

Li Ciwanroyê jî kolberê 48 salî yê bi nave Mihemed Bayer Mihemedî di dema kolberiyê de ji ber krîza dil canê xwe ji dest dabû.

Ji destpêka Newroza 2024an heta niha 4 kolber hatine kuştin.

2 kolber ji aliyê hêzên sînorî yên Îranê hatine kuştin. Kolberek ji ber krîza dil miriye û kolberek jî ji ber sermayê canê xwe ji dest daye.

Li gorî raporên mafên mirovan di sala 2024an de herî kêm 32 kolberan li ser sînorê Herêma Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê canê xwe ji desta daye

herwiha 307 kolber jî birîndar bûne û heta niha aqûbeta 2 kolberan jî nayê zanîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst