Serok Barzanî Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê qebûl kir

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Irfan Sidiq Brîtanya Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Irfan Sidiq pêşwazî kir

Baregeha Barzanî li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Di hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Brîtanyayê yê Hewlêrê Andrew Beasley jî amade bû, aliyan pêşhatên dawî yên siyasî yên Îraqê, hewlên pêkanîna hikûmeta nû û mijara diyarkirina Serokkomarê Îraqê gotûbêj kir.

Serok Barzanî amaje pê kir ku posta Serokkomarê Îraqê para Kurdan e û divê ji bo hilbijartin û diyarkirina namzedê Serokkomar mekanîzmayeke guncav were amadekirin.

Serok Barzanî anî zimên ku divê ev bibe bingeheke mayînde da ku pêvajoya siyasî ya Îraqê piştî her hilbijartinekê rûbirûyî pirsgirêkan nebe.

Serok Barzanî derbarê posta serokwezîriyê de jî ragihand ku ev post para mala Şîeyan e û divê ew bi xwe vê mijarê diyar bikin.

Rewşa Sûriyeyê, rêkeftina dawî ya di navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê de pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û aloziyên herêmê bi giştî mijarên din ên hevdîtinê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst