Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê û Serokkomarê Sûriyeyê civiyan

05-07-2025
RÛDAW
Nîşan Brîtanya Sûriye Civîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê David Lammy û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer li Şamê civiyan.

Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê David Lammy piştî civînê ragihand ku ew piştgiriya Hikûmeta Sûriyeyê dikin ku bikare paşerojeke aram ji bo Sûriyeyê misoger bike.

Ofîsa Serokkomariya Sûriyeyê li ser civînê daxuyaniyek belav kir û anî ziman:

“Me mijarên pêwendiyên hevbeş, bihêzkirina hevahengiyê, pêşhatên herêmî û navneteweyî gotûbêj kirin.”

Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê David Lammy jî ragihand:

“Hêviyeke nû ji bo gelê Sûriyeyê heye.

Brîtanya dê pêwendiyên xwe yên dîplomatîk bi Sûriyeyê re ji nû ve ava bike, ji ber ku ew di berjewendiya me de ye em piştgiriya hikûmeta nû bikin ku ew pêbendî avakirina paşerojeke aram, ewle û bipêşketî ji bo hemû Sûriyeyiyan bibin.”

Sala 2011an nerazîbûnên Sûriyeyiyan ên li dijî rejîma Beşar Esed dest pê kir û piştre vegeriyan şerê navxwe.

Kanûna Pêşîn a 2024an hêzên mixalefeta Sûriyeyê ya ku rejîma Beşar Esed rûxand hikûmeteke demkî ava kir.

Di qonaxa şerê navxwe yê Sûriyeyê de, piraniya welatên Rojavayî ku di nav de Brîtanya jî hebû pêwendiyên xwe bi rejîma Beşar Esed re qut kirin û hejmarek ceza jî bi ser de sepandin.

Amerîkayê ji Gulana îsal ve dest bi rakirina cezayên li ser Sûriyeyê kiriye û hejmarek welatên din jî ku di nav de Brîtanya jî heye xwesteka xwe ji bo heman armancê nîşan da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst