Dusseldorf (Rûdaw) - Piştî ku Fransa û Holandayê biryar da ku careke din dosyeyên penaxwaziyê yên wan koçberên ku ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê li wan welatan daxwaza mafê penaberiyê kirine vekin, Brîtanyayê jî vê hefteyê heman biryar da.
Piştî hilweşîna rejîma Beşar Esed, gelek welatên Ewropayê biryar dabûn ku dosyeyên penaxwazên Rojava ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bigirin û biryarê li ser nedin.
Piştî bûyerên dawî yên li herêmên Elewiyan ên Sûriyeyê û li pey wê jî bûyerên ku di rojên borî de li herêma piraniya Durziyan (Siwêda) qewimîn, welatên Ewropayê careke din dosyeyên penaxwazên ji Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê vedikin.
Li gorî daneyên Wezareta Karên Navxwe ya Brîtanyayê, sê mehên dawî yên sala 2024an heta destpêka hilweşîna rejîma Esed, 2 hezar û 280 welatiyên Sûriyeyê li Brîtanyayê daxwaza mafê penaberiyê kiribûn.
Îsal jî di nav 7 mehan de 443 kesan heman daxwaz kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse