Li Qers û Erzeromê rêya 26 gundan ji ber berfê hat girtin

02-04-2022
Nîşan Bakurê Kurdistanê Barîna Berfê Qers Erzerom Girtina Rêyên Gundan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Erzerom û Qersê yên Bakurê Kurdistanê ji ber berfa zêde ya ku di çend heftiyên dawî de bariyaye hêj jî rêyên 26 gundan girtî ne.

Şarêdariya Erzeromê di daxuyaniyekê de ragihand ku li parêzgehê ji ber barîna berfa zêde ku di çend heftiyên dawî de bariyeye rêya 25 gund û gundikan heta niha jî girtî ne û got “Tîmên me di serî de navçeya Tekman û Xinisê di karûxebatên xwe yên paqijkirina rêyan de berdewam in.”

Li aliyê din hat ragihandin ku li Qersê jî rêya gundekê heta niha girtî ye.

Di demekê de ku li hinek parêzgehên Bakurê Kurdistanê biharê destpêkiriye, lê li hinek parêzgehan bi taybet parêzgehên Herêma Serhedê, îsal zivistan dirêj bûye û heta niha jî rêjeyeke zêde ya berfê li erdê heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Koça Kurdan a ji Efrînê (Adara 2018an) / Wêne: Reuters

Bêhtirî 1000 malbatan vedigerin Efrînê

Parêzgarê Hisîçayê (Hesekê) Nûredîn Ehmed ragihand ku ji bo vegera zêdetirî hezar malbatên koçber ên Efrînî ya li malên xwe amadehî tên kirin