Parêzgarê Hewlêrê AK Partî, DEM Partî, PDK-T û PWK ziyaret kirin

02-05-2024
RÛDAW
Nîşan Umêd Xoşnaw AK Partî DEM Partî PDK-T PWK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê çû serdana AK Partî, DEM Partî, Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyeyê (PDK-T) û Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK).

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnawê ku li Amedê beşdarî 15emîn Pêşangeha Çandinî û Ajeldariyê ya Mezopotamyayê bûbû îro çû serdana AK Partî, DEM Partî û PDK-T, PWKyê.

Serdana yekem a Umêd Xoşnaw ji bo rêxistina AK Partiyê ya Amedê bû.

Xoşnaw li wir bi Serokê rêxistina AK Partiyê ya Amedê Raşît Ocak re civiya û diyar kir ku ew kêfxweş e li Amedê ye.

Xoşnaw herwiha diyar kir ku bi şandeyeke bazirganan re ji bo 15emîn Pêşangeha Çandinî û Ajeldariyê ya Mezopotamyayê çûye Amedê û da zanîn ku ew di vê çarçoveyê de partiyên siyasî jî ziyaret dikin.

Xoşnaw behsa pêwendiyên Hewlêr û Amedê kir û got:

“Tirkiye ji bo me welatekî girîng e. Herêma Kurdistanê dixwaze pêwendiyên xwe bi welatên herêmê û herwiha bi hemû welatan re bi pêş bixe.

Berî demekê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan çû serdana Îraqê. Piştre li Hewlêrê bi Serok Mesûd Barzanî û bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re hevdîtinên gelekî girîng kirin.

Em jî wisa difikirin ku ev serdan dê bi kêrî her du aliyan were.”

“Herêma Kurdistanê piştgiriyê dide çareserkirina pirsgirêkan”

Umêd Xoşnaw amaje bi peymanên Îraq û Tirkiyeyê jî kir û anî ziman:

“Herêma Kurdistanê piştgiriyê dide çareserkirina pirsgirêkan bi rêya aştî û diyalogê.

Hemû aliyên siyasî yên ku em li vir çûn serdana wan, daxwaza destpêkirina pêvajoya çareseriyê dikin.

Bi hêviya ku AK Partî di vî warî de pêşengiyê bike.

Herêma Kurdistanê piştgiriya destpêkirina pêvajoya aştiyê dike.

Serokatiya Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi taybetî Serok Barzanî, di dema borî de ji bo serkeftîbûna pêvajoyê xebitîbûn û niha piştevaniya destpêkirina pêvajoyeke wiha dikin.”

“Dostaniyeke mezin di navbera me de heye”

Raşît Ocak jî behsa serdana Erdogan a Hewlêrê kir û got:

“Serokkomarê me beriya niha bi 10 rojan serdaneke gelek girîng li Îraq û Hewlêrê kir.

Bi taybetî serdana wî ya Hewlêrê li Tirkiye û cîhanê deng veda.

Bi salan e di navbera me de dostaniyeke mezin heye. Ev serdan nîşaneya wê yekê ye.”

Raşît Ocak amaje bi destpêkirina seferên Hewlêr û Amedê jî kir û got:

“Em li bendê ne ku seferên balafiran di navbera Amed û Hewlêrê de di demekê nêzîk de dest pê bikin.

Alîkarê Serokkomarê me jî di vê mijarê de yekser înîsiyatîf girt.

Em hêvî dikin ku pêywendiyên bazirganiyê zêde bibin.”

Umêd Xoşnaw serdana rêxistina DEM Partiyê ya Amedê jî kir.

Xoşnaw bi Hevserokên rêxistina DEM Partiyê Abbas Şahîn û Pinar Sakik Tekînê re jî civiya.

Di civînê de Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk jî amade bû.

Xoşnaw ji bo encamên hilbijartinan pîrozbahî li DEM Partiyê kir û got:

“Hêvîdar im hevserokên şaredariyan ên ku piştî qeyûman hatin hilbijartin, di rêya xizmetkirina gel de karên baş bikin.

Doh me bi hevşaredarên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê re hevdîtin kirin.

Projeyên wan ên baş hene ji bo xizmeta bajarên xwe.

Me ew vexwendibûn Hewlêr û Herêma Kurdistanê.

Ez hêvî dikim ku em dikarin pêwendiyên xwe bêhtir bi pêş ve bibin.”

“Herêma Kurdistanê piştgiriya pêvajoya aştiyê dike”

Xoşnaw eşkere kir ku di hevdîtinên xwe yên li gel hemû aliyan de li Amedê, wî ragihandiye ku Herêma Kurdistanê piştevaniya destpêkirina pêvajoya aştiyê dike.

Hevseroka rêxistina DEM Partiyê Pinar Sakik Tekinê jî got:

“Ji bo serdanê em spasiya we dikin. Em ne tenê ji bo Kurdên Tirkiyeyê, ji bo Kurdên ku bûne çar parçe jî li ber xwe didin.

Me di hilbijartinan de destkefteke mezin bi dest xist, ev destkeftî bi pêşengiya jinan pêk hat.”

Li aliyê din Abbas Şahîn jî herwiha got ku sed sal in Kurd ji bo bidestxistina mafên xwe û ji bo hatina demokrasiyê li ber xwe didin.

Umêd Xoşnaw PDK-T jî ziyaret kir û bi Serokê PDK-Tyê Mehmet Emîn Kardaş û rêveberên partiyê re civiya.

Xoşnaw di axaftina xwe de careke din tekezî li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkan piştgiriyê dide rêya diyalog û aştiyê.

Mehmet Emîn Kardaş jî behsa damezrandina Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiyeyê (PDK-T) û têkoşîna rêberê Nemir Mele Mistefa Barzanî kir.

Kardaş da zanîn ku Şerafettîn Elçî û hevalên wî sala 1965an li Tirkiyeyê bi heman navî û armancê partiyek ava kir û diyar kir ku di vê serdemê de zehmetiyên mezin dîtine.

Mehmet Emîn Kardaş di berdewamiyê jî de diyar kir ku ew piştgiriyê didin yekîtiya neteweyî ya Kurdan.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) jî ziyaret kir.

Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk û rêveberên PWKyê, Umêd Xoşnaw û şandeya bi wî re pêşwazî kirin.

Li gorî Buroya Ragihandinê ya PWKyê, Mustafa Ozçelîk bixêrhatina Umêd Xoşnaw û şandeya pê re kir û ji ber wê serdanê spasiya wan kir.

Ozçelîk derbarê bîr û rayên PWKyê de agahî dan û piştigiriya partiya xwe ya ji bo destkeftên Herêma Kurdistanê anî ziman.

Umêd Xoşnaw jî ji ber vê pêşwaziyê spasiya PWKyê kir û derbarê rewş û girîngiya Herêma Kurdistanê de agahî dan.

Xoşnaw herwiha behsa girîngiya xebata siyasî, aştiyane, demokratîk a li Bakurê Kurdistanê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst