Semsûr: Teyroka libên wê bi qasî hêkan bariya

02-05-2025
Nîşan Semsûr Teyrok Qers Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Semsûra Bakurê Bakurê Kurdistanê teyroka ku libên wê bi qasî hêkan bûn bariya.

Li parêzgehên Semsûr, Qers û Amedê yên Bakurê Kurdistanê teyrok bariya û zerer gihand otomobîlên xelkê û berhemên çandiniyê.

Îro piştî nîvro li navçeyên Semsat û Kolikê yên Semsûrê teyrokeke bihêz bariya.

Teyrokê di serî de darên behîvan, zerereke zêde gihand berhemên çandiniyê.

Teyrokê her wiha zerereke zêde gihand otomobîlên xelkê û camên wan şikandin.

Panelên tavê jî ji teyrokê zerer dît.

Li gorî dîmen û wêneyên ku hatine belavkirin, hebên teyroka ku li Semsûrê bariyaye bi qasî hêkan mezin in.

Li navçeya Çêrmûgê ya Amedê jî teyrok û baraneke bihêz bariya û pişt re lehî rabû.

Otomobîl di çûn û hatinê de rastî astengiyan hatin.

Teyrokê rêyên li navenda bajarê Çêrmûgê spî kirin.

Li aliyê din, li navçeya Qamûşanê ya Qersê jî teyrok û baran bariya.

Xelkê navçeyê bi carekê re tûşî teyrokê bû û ji ber teyroka bihêz astengî di çûn û hatinê de çêbûn.

Piştî teyrokê rê û kolanên Qamûşanê di nav avê de man.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst