Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên DEM Partiyê piştî şewitandina çekan got, “Hêviya me ya dîtina rojên ku êşa sed salî bi dawî dibe û biratî bi ser dikeve, zêde bûye"
Îro komeke gerîlayên PKKyê li Şikefta Caseneyê çekên xwe danîn.
Di merasîma îmhakirina çekan de ya Koma Aştî û Civaka Demokratîk, Hevseroka Konseya Rêveber a (KCK) Besê Hozat û komeke gerîla cih girt.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, piştî merasîma şewitandina çekan a ku PKKyê daxuyaniyek da.
Daxuyaniya ku hat dayîn wiha ye:
“Îro di dîroka sed salî ya Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê de yek ji xalên werçerxê pêk tê.
Banga aştiyê ya bi dîmen ku piştî 26 salan ji Îmraliyê hat, îfadeya herî bi hêz a xîtaba li ruhê kevnar ê van xakan e.
Bi merasîma şewitandina çekan a PKKyê ya ku li pey banga ji Îmraliyê hat kirin, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û avakirina Tirkiyeya demokratîk serdemeke nû dest pê dike.
Biryara PKKyê ya xatirxwestina ji çekan, misogeriya wê yekê derxistiye holê ku ne tenê pirsgirêka Kurd lê hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê dê bi rêyên demokratîk bên çareserkirin.
Merasîma xatirxwestina ji çekan a PKKyiyan, vexwendinek ji bo jiyaneke demokratîk, adil, wekhev û azad e. Vê merasîmê hêviya gelên me ya ji bo paşerojê mezin kiriye.
Hêviya me ya dîtina rojên ku êşa sed salî bi dawî dibe û biratî bi ser dikeve, zêde bûye. Aştî destkefteya me ya hevpar e.
Di vê rêwîtiya pîroz de em dê ti ferdekî, ti beşekê li paş nehêlin.
Ji xakên bi bereket ên Anatolyayê heta deştên bi feyz ên Trakyayê, ji peravên bi pêl ên Deryaya Reş heta bajarên kevnar ên Mezopotamyayê, her welatî dê bibe şahid û hevparê vê veguherîna demokratîk.
Wê gel bi ser bikevin. Wê wekhevî, demokrasî û aştî bi ser bikeve. Em ê vê pêvajoyê bi rûmet, bi sebir û bi israr biparêzin.
Bi van hest û ramanan, em pêngava bêçekbûn û derbasbûna siyaseta demokratîk a ku Koma Aştî û Civaka Demokratîk di 11ê Tîrmeha 2025an de bi îradeyeke dîrokî da destpêkirin, ji dil silav dikin.
Ji ber ku ev gav ne tenê di têkoşîna azadiyê ya rewa ya gelê Kurd de, lê di heman demê de di lêgerîna aştî, wekhevî û veguherîna demokratîk a Tirkiyeyê û tevahiya Rojhilata Navîn de jî serdemeke nû dide destpêkirin.
Niha dema wê ye ku em hemû bi hevre bi pêkanîna sererastkirinên siyasî û hiqûqî yên demokratîk, ji bo Tirkiyeya demokratîk a paşerojê gavan biavêjin, dema geşkirina têkoşîna siyaseta demokratîk e.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse