Olan: Nûnerên MHP û AK Partiyê beşdarî merasîma danîna çekan nabin

09-07-2025
Bîlal Ehmed
Huseyîn Olan bû mêvanî Nalîn Hesenê /Wêne: Rûdaw
Huseyîn Olan bû mêvanî Nalîn Hesenê /Wêne: Rûdaw
Nîşan Efrîn Hilbijartin Parlamentoya Sûriyeyê Yûsif Ehmed Henan Kurdî Huseyîn Olan DEM Partî PKK MHP AK Partî Çekdanîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê Huseyîn Olan ragihand ku ji bilî MHP û AK Partiyê nûnerên hemû aliyan dê beşdarî merasîma danîna çekan a PKKyê bibin.

Olan her wiha got ku gavên PKKyê nîşana cidiyetê ne ji bo pêvajoya aştiyê û pêwîst e Tirkiye jî gavên hewce biavêje.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan beşdarî bultena Nûrojê ya Rûdawê û derbarê pêvajoya çareseriyê, pêngava çekdanînê ya PKKyê û gavên ku ji niha û pê ve tên avêtin de pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.

Huseyîn Olan got, "Ji DEM Partiyê hevserokên me û ji aliyên din ji bilî AK Partî û MHPyê dê nûner amade bibin lê AK Partî û MHPyê biryar daye ku beşdar nebin.

Her wiha tê gotin ku dê nûnerekî hikûmetê jî beşdar bibe."

"PKKyê nîşan da ku di vê pêvajoyê de cidî ye"

Derbarê gavên paşerojê yên pêvajoya aştiyê de, Husyîn Olan amaje bi cidiyeta PKKyê ya ji bo pêvajoyê kir û got:

"Em gihîştine qonaxeke cuda. Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi danîna çekan û xwefesixkirinê careke din nîşan da ku di vê pêvajoyê de cidî ye û biryarên ku di kongreya xwe de dane, gav bi gav bi cih tîne.

Ji ber vê yekê, divê Tirkiye jî erkên dikevin ser milê wê bi cih bîne."

"Divê êdî hincet ji bo çekrakirinê nemîne"

Huseyîn Olan behsa karê komîsyona ku biryar e Parlamentoya Tirkiyeyê ji bo pêvajoya aştiyê ava bike kir û wiha pê de çû:

"Tê payîn ku hefteya bê ew komîsyon were avakirin û ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan a sed salî ya li Tirkiye û Rojhilata Navîn dest bi kar bike.

Divê çareserî bi awayekî be ku êdî hincet ji bo çekrakirinê nemîne.

Ji bo ku Kurd careke din dest navêjin çekan, divê sedemên çekrakirinê ji holê rabin.

Divê di qanûnan û destûrê de mafên wan bên dayîn, zimanê wan bibe zimanê fermî û nasname û çanda Kurdan li Tirkiyeyê were naskirin."

"Karekî mezin li pêşiya komîsyonê ye"

Parlamenterê DEM Partiyê Olan amaje bi xwestekên wan ên ji komîsyona ku biryar e were damezirandin kir û wiha anî zimên:

"Ji bo qonaxa piştî danîna çekan, me projeyek ji bo çawaniya çareserkirina pirsgirêka Kurd amade kiriye.

Her wiha me ji bo çareserkirina pirsgirêkên wekî rewşa Birêz Ocalan û girtiyan, dosyeya wan 150 hezar endam û alîgirên me yên ku doz li ser wan hatine vekirin û rewşa girtiyên nexweş jî planên xwe danîne. Lewma karekî mezin li pêşiya komîsyonê ye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst