Li Amedê navendeke saziyên sivîl hat gulebarankirin

02-08-2022
RÛDAW
Nîşan Amedi Êriş Saziyên Sivîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Yenişehirê ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê# Centera Oficce Nuyap ku ofîsên hejmareke saziyên sivîl jî li xwe digre ji aliyê kesekî ve hat gulebarankirin.

Rêvebirê Botan Internationalê Mirad Bayram ji Rûdawê ragihand ku  2ê Tebaxa 2022ê di demjimêr 01:00ê de kesekî rûyê wî nixamdî, çûye pêşiya Centera Oficce Nuyap ku ofîsên hejmareke saziyên sivîl lê ne û bi çekê du gule li derî reşandine û paşê reviye.

Mirad Bayram herwiha eşkere kir ku hêj sedema wê êrişê zelal nebûye, lê lêkolîn ji aliyên emnî ve berdewam in.

Ji aliyê din ve, Serokê Komeleya Şêx Seîd Kasim Firat ji Rûdawê re diyar kir ku li gorî agahiyên ku polîs dane wan, nasnameya kesê êriş pêk aniye hatiye diyarkirin û ji bo girtina wî jî xebat dane destpêkirin.

Kasim got, “Li gorî agahiyên ku polîsan dane hevalên me, kiryarê êrîşê ciwanek e. Ew hatiye naskirin. Polîsan diyar kirin ku ew dê di demek herî kurt de wî bigrin.”

Nûnerê Tirkiyê ya Rojnamevanên Sînornenas (RSF) Erol Onderoglu derbarê êrîşê de daxuyaniyek da û got divê bilez êrîşkar bê diyarkriin û bo cezakirina wî gavên pêwîst bên avêtin.

Komeleya Rojnamevanan a Dicle Firat jî êrîş şermezar kir û daxwaz kir ku bi awayekî lez êrîşkar bê girtin.

Li Centerê ligel hejmareke ofîsên bazirganî û buroyên parêzeriyê ofîsên saziyên sivîl wek Botan International, Hevgirtiya Halê Jin (DAKAHDER), Kurdish Studies Center (KSC), Enstutiya Lêkolîna Civakî û Siyasî ya Amedê (DISA) û Komeleya Şêx Seyid jî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst