Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê di operasyonekê de 57 kes hatin desteserkirin.
Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di operasyoneke li dijî qaçaxçiyên çekan de 57 gumanbar hatin desteserkirin.
Tîmên Şaxa Dijî Tawanên Organîze û Qaçaxçîtiyê ya Cendirmeyan a Rihayê li 13 navçeyên parêzgehê bi beşdariya 710 cendirmeyan operasyoneke hevdem kir.
Di operasyona dijî qaçaxçiyên çekan û hilgirtina bêruxset a çekan de cendirmeyan bi ser gelek navnîşanan de girt 57 gumanbar desteser kirin.
Li gor agahiyên hatine belavkirin, di lêgerîna mal û navnîşanan de tîmên cendirmeyan dast daniye ser 4 keleşnîkov, 15 demançeyên bê ruxset, 20 çifteyên nêçîrê, 3 hezar û 842 gule, 53 şarjor û 2 dûrbîn.
Herwiha di çarçoveya operasyonê de 13 gumanbarên ku ji ber tawanên cuda biryara desteserkirina wan hebû hatin girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse