Li 6 bajaran operasyon: 14 gumanbarên DAIŞê hatin desteserkirin

13-09-2025
RÛDAW
Nîşan Riha Operasyon DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Rihayê, li 6 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li dijî DAIŞê dest bi operasyonekê hat kiri û di operasyonê de 14 kes hatin desteserkirin.

Bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Rihayê, tîmên Rêveberiya Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Birêvebiriya Ewlehiyê ya Bajêr, derbarê gumanbarên ku hatibû tespîtkirin pli ser navê DAIŞê pere peyda kirine û di çalakiyên rêxistinî de bikar anîne, dest bi lêpirsînê hat kiri.

Di operasyoneke hevdem de ku ji aliyê tîman ve li navnîşanên li Riha, Sêwaz, Konya, Kayserî, Nîgde û Muglayê hatibûn tespîtkirin, Î.B. (34), A.Y. (26), Î.C. (41), F.K. (50), M.E.A. (42), A.N. (50), A.E. (34), A.A. (44), Y.E.M. (33), A.A. (34), Y.S. (36), A.H. (30), R.B. (62) û A.E.A. (28) hatin desteserkirin.

Li gorî agahiyên hatine belavkirin, di lêgerînên navnîşanan de, tîmên ewlehiyê dest danîne ser 16 hezar û 687 dolar, 470 euro, 22 hezar û 925 lîre, 5 zêrên tam, nîv zêrek, bazinekî zêr, 3 gustîlkên zêr, 2 guharên zêr, zincîreke zêr, demançeyeke bê ruxset, 2 tivingên nêçîrê û gelek dokumentên rêxistinî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst