Hewlêr (Rûdaw) - Li bin esmanê şîn ê Srî Lankayê û di kûrahiya axa Girava Ratnapurayê de ku wekî "Bajarê Gewheran" tê naskirin, çîrokek heye ku têkeliyeke ji hêvî, metirsî, bedewî û stemkariyê ye.
Tîmeke Tora Medyayî ya Rûdawê, bi serpereştiya Peyam Serbest, geşteke 3 saetan ji bo dilê vê çîrokê pêk anî da ku ji nêz ve şahidiya proseya dîtina kevirên binirx bike; pêvajoyeke ku bi qasî biriqîna gewheran bedew e, ew qasî jî jiyana mirovan erzan kiriye.
Geştek ji bo dilê Srî Lankayê
Geşta ber bi Ratnapurayê ve dest pê kir, herêmeke ku navê wê bi derxistina kevirên giranbiha ve hatiye girêdan. Piştî rêyeke dûr û dirêj, tîm li otêleke di nava daristanê de bi cih bû.
Peyam Serbest di stand-upekê de behsa serpêhatiya wê şevê kir û got, "Otêleke gelekî paqij e lê hemû dîwarên wê tijî marmarok in... Ji ber ku ti otêleke din nemaye, em neçar in îşev li vê otêlê li gel marmarokan bimînin." Ev dîmenê sade, pêşgotineke ji bo geşteke tijî serpêhatî û rûbirûbûnên derasayî bû.”
Ajit Rohita: Jiyaneke li ser devê mirinê
Bi berbangê re li herêma Sabaragamuwayê, karê rastîn ê belgefîlmê dest pê kir. Kamerayên Rûdawê çûn nav mala malbata "Ajit Rohita". Ajit, zilamek e ku 22 sal in jiyana xwe di kanên metirsîdar ên keviran de derbas kiriye.
Her sibe piştî taştêyê, ji Budha re diaa dike da ku kevirekî gewherî bibîne û jiyana wî biguhere. Keça wî ya yekane, Tilini, wekî rêzekê ji bo pîşeya wî ya tijî metirsî, xwe ji wî re ditewîne.
Hevjîna wî Samanthi Lankayê bi dilekî tijî tirs got, "Ez qet ji vî karî hez nakim lê ew neçar e. Ev karê kolanê corekî koletiyê ye. Ez her tim ditirsim dema ku diçe ser karê xwe."
Tirsa Samanthiyê ne bêbingeh e, Ajit û hevkarên wî rojane rûbirûyî mirinê dibin.
Ji kûrahiya 22 metreyan heta dîtina hêviyê
Ajit piştî 15 deqeyan ajotina motosîkletê, digihîje cihê karê xwe; kaneke ku 7 meh in ew û 11 kedkarên din tê de dixebitin. Ew xizantirîn mirovên Srî Lankayê ne û ev pîşeya metirsîdar ji bav û kalên wan ji wan re maye.
Çal 22 metre kûr e û tenê tarîtiyeke bitirs e. Peyam Serbest û tîma wê biryareke dijwar didin û bi Ajit re dadikevin xwarê.
Peyamê got, "Ti şertên ewlehiyê tê de nînin... lê em dîsa jî diçin."
Daketin nîv saetê dewam kir û tijî zehmetî bû. Di kûrahiya 22 metreyan de, di nav tuneleke teng de ku pirsgirêka oksîjenê heye, kedkar bê navber dîwaran dikolin.
Dema metirsiya hilweşînê hebe, bi dar û riweka "kekîla" rê li ber digirin. Carinan gaza metanê çêdibe û metirsiya xeniqîn û şewatê ava dike. Li wir çaleke din a 22 metreyî ya tijî av jî heye ku metirsiyan du qat zêdetir dike.
Ji 160 hezar dolarî tenê 60 dolar para kedkaran ket
Piştî westaneke zêde, kedkar ax û kevirên kolandî dibin ber çemekî û dişon. Ji nişka ve kevirekî rengşîn bala Ajit dikişîne.
Bi dilxweşî dike hawar, "Ev yaqût e! Min di jiyana xwe de 4-5 hebên wiha dîtine, ev ya herî giranbiha ye."
Ev ew kêlî bû ku hêviyên Ajit zindî kirin lê ev hêvî zêde nedomiya. Yaqût birin cem Ananda Amaranayaka, bazirganê navdar ê keviran û xwediyê kanê. Ananda piştî nihêrtineke bi lez, kêşa kevir bi 31,15 misqalan pîva lê ji kedkaran re got ku piştî polîşkirinê dê tenê 12 misqal jê bimîne û bihayê wî wekî 7 hezar dolar texmîn kir!
Li gorî sîstema nedadperwer a wir, tenê ji sedî 10ê vî bihayê texmînkirî, ango 700 dolar, li ser 12 kedkaran hat dabeşkirin. Para her kedkarekî tenê nêzîkî 60 dolar bû, di demekê de ku meaşê wan ê heftane yê asayî tenê 7 dolar e. Xwediyê kanê ji sedî 90ê qezencê ji xwe re bir.
Rastiya li pişt perdeyê: Buhayê rastîn 160 hezar dolar bû
Gewherekî şîn birin kargeheke polîşkirinê û li wir sira mezin eşkera bû. Piştî lêkolînê, derket holê ku bihayê rastîn ê kevir ne 7 hezar dolar lê 160 hezar dolarê Amerîkayê ye! Ev jî hîn ne bihayê dawî ye.
Ananda çend perçeyên biçûk ên yaqûtê bi nêzîkî 78 hezar dolarî firot bazirganekî navbeynkar. Wî bazirganî jî li bazara firotina keviran ku wekî borseyekê ye, bi qezenceke kêm (Nêzîkî 350 dolar) kevir firot.
Ji vir û pê de, ev gewher yan dibin xeml, yan jî ji bo bazarên mezin ên cîhanê wekî Çîn, Amerîka, Taylandê tên hinardekirin. Hêjayî gotinê ye ku gelek gewherên li ser taca keyaniya Brîtanyayê ji xaka Srî Lankayê hatine.
Bangeke ji bo dadperweriyê
Belgefîlma "Gewhera Şîn" ne tenê çîroka dîtina kevirekî ye lê vegotina jiyana wan mirovan e ku li pişt biriqîna gewheran in. Gewher dest bi dest digere û bihayê wê digihîje asteke xeyalî lê Ajit û hevalên wî di heman çerxa xizanî û metirsiyê de dimînin.
Ajit di dawiyê de bi dengekî tijî êş got, "Ez ji bo xatirê keç û hevjîna xwe li ber xwe didim. Ez bawer im rojek dê were ku di vî karî de guherîn çêbibe. Em kesên herî westiyayî yên li pişt vî karî ne."
Hevjîna wî, Samanthiyê peyama sereke ya belgefîlmê kurt kir û wiha got "Eger kurekî min hebûya, min dê ti carî nehişta ku vî karî bike... Xelkê din bi westandina kesên wekî hevjînê min qezencên mezin dikin. Pêdiviya me bi dadperweriyê heye li vir ti dadperwerî nîne."
Di vê belgefîlma nû ya Rûdawê de Ehmed Yûnis kameramaniya belgefîlmê kiriye û montaja wê jî ji aliyê Şikar Kemel ve hatiye kirin.
Her wiha karê reng ê belgefîlmê jî ji aliyê Birwa Omer ve hatiye kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse