Li Meletiyê barhilgirekê li 15 otomobîlan xist

02-10-2025
Nîşan Meletî Qeza Barhilgir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çermiktiyê ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê, barhilgira ku frêna wê têk çû li 15 otomobîlan xist û 3 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, li taxa Paşakoşkuyê ya navçeya Çermiktiyê îro frêna barhilgirekê xera bû û ranewestiya.

Barhilgira ku nekarî bisekine li 15 otomobîlên li çirayên trafîkê û parkkirî da.

Di qezayê de 15 otomobîlan zerer dît û 3 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendursitiyê û polîs çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Meletiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst