Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Giştî ya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê li parêzgehên Meletî, Semsûr û Rihayê yên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana gur da.
Her wiha ji bo deverên bilind ên parêzgehên Erdexan, Qers, Erzirom û Bedlîsê jî hişyariya berfê da.
Dewa dê bi ewr û baran be
Birêvebiriya Giştî ya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê li ser malpera xwe rapora îro ya li ser keş û hewaya Bakurê Kurdistanê belav kir.
Li gorî nirxandinên dawî, dê keş û hewa li seranserê Bakurê Kurdistanê bi piranî bi ewr û baran be.
Saziya Keşnasiyê li parêzgehên Meletî, Semsûr û hin deverên rojhilat ên Rihayê hişyariya barana gur da.
Her wiha hat ragihandin ku dibe li van herêman birûsk vedin.
Baran dê veguhere berfê
Di raporê de hat diyarkirin ku ji ber daketina pileyên germê, li parêzgehên Erdexan, Qers, Erzirom û Bedlîsê baran dê veguhere şilope û berfê.
Hat zanîn ku li deverên bilind ên van bajaran dibe ku berfeke zêde jî bibare.
Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê hişyarî da welatiyên li wan parêzgehên Bakurê Kurdistanê da ku li hemberî rûdanên neyînî yên keş û hewayê baldar bin û tedbîrên pêwîst wergirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse