Hewlêr (Rûdaw) - Çar erdhejan parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê hejand û ya herî bihêz bi mezinahiya 5 pileyan bû.
Tîmên rizgarkirinê û Heyva Sor ketin rewşa amadehiyê.
Berpirsên parêzgehê diyar kir ku heta niha ti zererên canî û madî çênebûne.
4 erdhej li pey hev çêbûn
Li gorî rapora Navenda Tomarkirina Erdhejan a Îranê, erdheja yekem demjimêr 00:23yê rû daye.
Erdhej li navçeya Giyelanê ya Kirmaşanê di kûrahiya 9 kîlometreyan de çêbûye û mezinahiya wê 5 pile bûye.
Navendê da zanîn ku navenda erdhejê 23 kîlometreyan dûrî Giyelanê û 34 kîlometreyan jî dûrî navçeya Serpêla Zehawê bûye.
Li gorî heman navendê, erdheja duyem demjimêr 00:39an dîsa li sînorê Giyelanê rû daye û mezinahiya wê 3 pile bûye.
Her wiha demjimêr 02:40î jî erdheja sêyem bi hêza 3,2 pileyan li herêmê hatiye qeydkirin.
Erdheja çarem jî îro berê sibehê demjimêr 05:54an çêbû.
Ev erdhej bi mezinahiya 3,4 pileyan li nêzîkî navçeya Qesra Şirînê hat qeydkirin.
Xeynî Giyelanê, xelkê bajarên Kirmaşan, Qesra Şirîn, Serpêla Zehaw û Selasa Bawecaniyê jî bi van erdhejan hesiya.
Tîmên rizgarkirinê di nava amadehiyê de ne
Qeymeqamê Navçeya Giyelanê Hîşmet Rezayî ragihand ku Komîteya Birêvebiriya Krîzan a navçeyê dest bi kar kiriye û tîmên rizgarkirinê di nava amadehiyê de ne.
Rezayî da zanîn, wan gelek tîmên kontrolê şandine cihên erdhejan da ku eger zererek hebe tespît bikin.
Birêvebirê Birêvebiriya Krîzan a Parêzgeha Kirmaşanê Elîreza Heyderî jî agahî dan.
Elîreza Heyderî destnîşan kir ku bi fermana parêzgar, qeymeqamên Giyelan û bajarên din ên rojavayê parêzgehê li qadê rewşê dinirxînin.
Ew ji nêz ve li zereran dinêrin û eger hewce bike dê alîkariyan ji xelkê re bişînin.
Birêvebirê Heyva Sor a Kirmaşanê Efşîn Yegane jî anî zimên ku tîmên wan li qadê ne.
Efşîn Yegane diyar kir ku li gorî raporên tîmên wan, di encama van erdhejan de ti zerereke canî û madî çênebûye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse