Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin droneke artêşa Tirkiyê êvara duh Sêşembê navendeke Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ya li qezaya Şingalê bombebaran kiriye.
Êrîş êvara duh di saet 18:00an de pêk hatiye.
Parlamenterê Neynewayê di parlamentoya Iraqê de Şêrwan Dûberdanî roja Sêşembê 1ê Mijdara 2022an ji Rûdawê re ragihand, “Demjimêr 18:20 êvara Sêşembê firokeyeke bê firokevan a Tirkiyê li gundê Qendîl ê ser bi qezaya Şingalê navendeke hêzên YBŞê bombebaran kiriye.”
Şêrwan Dûberdanî amaje bi wê yekê jî kir, ku di êrîşê de ti ziyanên canî û madî çênebûne.
Medyaya nêzîkî PKKê ragihandiye, êrîş li gundê Quba Hesin Meman a li nêzîk navenda qezaya Şingalê çê bûye û zirar tenê madî bûne û ti zirarên caî çênebûne.
Têkildarî êrîşa duh êvarê YBŞê ti daxuyaniyek nedaye.
Roja 28ê Cotmehê jî êrîşeke din a bi dron li Şingalê çê bibû û otomobîlek li nahyeya Gir Uzêr a Şingalê hatibû armanckirin.
Dije Teror a Kurdistanê heman roja êrîşê di daxuyaniyekê de ragihandibû, “saet di 15.40an de firokeyeke bê firokevan a artêşa Tirkiyê li Sikêniye ya ser bi nahyeya Gir Uzêr a qezaya Şingalê otomobîleke çekdarên PKKê kire armanc ku di encam de 2 çekdarên PKKê canê xwe ji dest dan û 3 çekdarên din jî birîndar bûn.”
YBŞê têkildarî êrîşa 28ê Cotmehê di daxuyaniyekê de gotibû, saet di 15.40an de li nuqteya kontrolê ya YBŞê wesayîteke bombebarkirî hatiye teqandin û der barê kuştî û birîndaran de agahî nehate bidestxistin.
Di 6ê Cotmeha îsal de jî droneke Tirkiyê li sînorê Şingalê baregeheke YBŞê kiribû armanc.
Di wan demên dawî de êrîşên Tirkiyê bo ser Şingalê zêde bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse