Tulay Hatîmogullari: Divê Komîsyon demildest here Îmraliyê

02-11-2025
Nîşan Komîsyon Hevdîtin Ocalan Pêvajo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê diyar kir ku divê Komîsyon bi lez here Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari li Colemêrgê di şahiya "Aştî û Civaka Demokratîk" de axivî.

“Kobanî sembola berxwedaneke bi rûmet e”

Tulayê bi pîrozkirina 1ê Çiriya Paşîn Roja Cîhanî ya Kobaniyê dest bi axaftina xwe kir û got:

"Kobanî, îro ne bi tenê li Rojava, ji bo tevahiya Sûriyeyê, tevahiya Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê sembola berxwedaneke bi rûmet e ku mînaka wê kêm tê dîtin.

Silav li berxwedêrên Kobaniyê. Silav li wan kesên ku li dijî tariya DAIŞê têkoşîn kir, silav li jinên ji Kobaniyê yên ku sembola têkoşîna azadiya jinan in."

"Berpirsyariyên mezin dikevin ser milê her kesî"

Tulay Hatîmogullari derbarê pêvajoyê de jî axivî û bi kurtasî ev tişt gotin:

"Gelê Colemêrgê, hûn jî bi kelecaneke mezin dişopînin. Bi meraqeke mezin li bendê ne.

Em di nava pêvajoyeke banga Aştî û Civaka Demokratîk de ne ku Birêz Abdullah Ocalan 27ê Sibatê ji Îmraliyê pêk anîbû.

Li ser vê bangê, Tevgera Azadiyê ya Kurd gavên pêwîst ên şênber avêtin û 26ê Çiriya Pêşîn bi vekişîna ji Tirkiyeyê daxuyaniyeke gelekî girîng da.

Di vê atmosferê de, em careke din binê wê xêz dikin ku divê her kes bi wê berpirsyariyê ve girêdayî be û em dibêjin: Ey desthilat, ey dewlet, divê her kes zanibe ku wateya van gavên hatine avêtin çi ye.

Ji bo ku ev pêvajo bi ser bikeve û bi aştî û avakirina civaka demokratîk bi encam bibe, berpirsyariyên mezin dikevin ser milê her kesî, hem desthilat û hem jî mixalefetê."

“Divê qanûn bi lez bên derxistin”

Wê diyar kir ku divê Komîsyon bi lez here Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê bike û wiha pê de çû:

"Wekî ku Birêz Abdullah Ocalan gotiye, divê qanûnên entegrasyona demokratîk, qanûnên azadiyê û qanûna taybet a ku dê rê li ber bêçekbûnê veke û xurt bike, bi lez bên derxistin.

Wext nîne ku bê windakirin. Divê her kes zanibe û bibîne ku dema ku em wext winda dikin, provokator wê valahiyê tije dikin.

Divê gavên şênber bên avêtin. Ji bo girtiyên nexweş û yên ku înfaza wan hatiye şewitandin, ne hewce ye qanûnek bê derxistin û divê bi lezgînî bên berdan.

Divê girtîgeh azad bibin, girtiyên siyasî azad bibin. Bêyî ku pêwîstî bi qanûnekê hebe, divê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê demildest bên pêkanîn.

Em dizanin ku ev pêvajo bi tepsiyeke zêrîn pêşkêşî me nayê kirin.

Hûn dizanin garantîya vê pêvajoyê çi ye? Garantîya vê pêvajoyê hûn in, gel e, têkoşîna azadiyê ye, têkoşîna rêxistinî ye. Pîsûlaya me aştî ye, rota me demokrasî ye."

"Divê qeyûm demildest bên vekişandin"

Tulayê herî dawî bal kişand ser mijara qeyûman û got:

"Divê qeyûmê ku li Colemêrgê hatiye tayînkirin demildest bê vekişandin. Nûnerên gelê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş û Viyan Tekçe ne. We ew hilbijartin. Ew îradeya we ne."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst