Ataman: CHP ti demê li kêleka gelê Kurd nemaye, bav û kalên me îdam kirine

21-11-2025
RÛDAW
Suna Kepolu Ataman û Rêbiwar Elî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Suna Kepolu Ataman û Rêbiwar Elî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Komîsyon Îmrali Ocalan CHP Suna Kepolu Ataman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera Partiya AK Partiyê ya Amedê Suna Kepolu Atamanê rexneyên tund li Partiya Gel a Komarî (CHP) girtin û got, “CHPyê bav û kalên me îdam kirine.”

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê, îro di bin serokatiya Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş de ji bo gotûbêjkirina mijara "çûyîna Îmraliyê" civiya.

Komîsyonê biryar da ku şandeyek here Îmraliyê.

MHP AK Partî, DEM Partî, TÎP û EMEPê got, "Erê" û biryar bi 32 dengan hat standin.

DSP, DP û HUDA PARê got "Na" û CHP û Yenîden Refah jî beşdarî rûniştin û dengdanê nebûn û Rêya Nû jî "Bêalî" ma.

Suna Kepolu Ataman bû mêhvana Rûdawê û ev helwesta CHPyê rexne kir.

Parlamentera Amedê diyar kir ku ev pêvajo ji bo Tirkiye û Kurdan gelekî girîng e.

Wê destnîşan kir ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê MHPyê Devlet Bahçelî di vê mijarê de “wêrek in û hesabê hilbijartinê nakin.”

“Komîsyon dê bi Ocalan re rûne”

Atamanê bal kişand ser biryara Komîsyona Parlamentoyê ya ji bo serdana Îmraliyê û teqez kir ku ev serdan dê pêk were û got:

“Kî neçe jî ev Komîsyon dê here Îmraliyê û bi Ocalan re rûne.”

Rexneyên tund li CHPyê

Parlamentera AK Partiyê di axaftina xwe de CHP kir hedef û got ku CHP ti demê li kêleka Kurdan nesekiniye û vê varê jî rûyê xwe yê rast nîşan daye û li pey çû:

“CHP ti demê li kêleka gelê Kurd nemaye. CHPyê bav û kalên me îdam kirin, heta îro ji bo xatirê gelê Kurd tiştek nekiriye. Eger tiştin gotibin jî ji bo berjewendiyên xwe gotine.”

“Kurd û Tirk ji hev nayên qetandin”

Sunayê destnîşan kir ku ew ji serkeftina pêvajoyê piştrast eû biland:

“Ev pêvajo dê bi her awayî here serî. Gelê Kurd jî dixwaze, gelê Tirk jî dixwaze. Kurd û Tirk ji hev nayên qetandin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst