30 keç û jinên Êzidî li dadgehê derketin pêşberî DAIŞiyê ku ew revandibûn

02-12-2019
RÛDAW
Nîşan Kurdên Êzidî DAIŞ Eşwaq Hecî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji bilî Keça Kurda Êzidî Eşwaq Hecî ku di temenê xwe yê 14 saliyê de ji aliyên çekdarên DAIŞê ve hatibû revandin û destdirêjî li ser hatibû kirin, 30 keç û jinên din ên Kurdên Êzidî jî li dadgehê rûbirûyê çekdarên ku ew revandine hatine kirin.

Keça Kurda Êzidî Eşwaq Hecî di sala 2014an de ji aliyê çekdarên DAIŞê ve tê revandin û destdirêjî li ser tê kirin. Eşwaq Hecî, yekem keça Kurda Êzidî ye ku li dadgehê rûbirûyî wî çekdarê DAIŞê bûye ku destdirêjî li wê kiriye.

Roja Şemiyê (30.11.2019) piştî ku dîmenên Eşwaq Hecî yên rûbirûbûna ligel çekdarê ku ew revandine hat belavkirin, dîmenan li cîhanê deng veda.

Eşwaq Hecî yek ji wan keça ne ku derketiye hemberî ew çekdarên DAIŞê yê destdirêjî li ser wan kiriye. Eşwaq Hecî dema hatî revandin keçeke 14 salî bû.

Çekdarê DAIŞê yê bi navê Mihemed Reşîd ku weke Ebu Human tê naskirin, lixwe mukir hatiye ku wî bi zorê destdirêjî li Keça Kurda Êzidî Eşwaq Hecî kiriye. Mihemed Reşîd 45 salî ye û xelkê Bexdayê ye. Eşwaq 70 rojan ligel wî dimîne û piştre derfetê dibîne û xwe rizgar dike.

Eşwaq Hecî,  bi çavên girî ve  li dadgehê tif kirye Ebu Humam û gotiyê: “Serê xwe rake û li rûyê min binêre! Dem te destdirêjî li min kirî ez keçeke 14 salî bûm. Ez di temenê keça de bûm. Ji ber Êzidî me? Li ba te hîç wijdan û exlaq nîne! Te jiyana min reş kir. Niha dora we ye.”

70 rojan weke dîl di destê çekdaran de maye

Di 3yê Tebaxa 2014an de dema êrişî navçeya Şingal û gundên wê dike, ji komelgeha Xanesorê Eşwaq Hecî ligel 6 xwîşk, 8 bira û dayîk û bavê xwe ji aliyê çekdarên ve hatine revandin. Çekdarên DAIŞê bi giştî ji malbata Eşwaqê 77 kesan direvînin û heta niha jî çarenivîsa 39 endamên wê malbatê nayê zanîn.

Li gor raporên Neteweyên Yekbûyî di wê êrişê de 5 hezar zilamên Kurdên Êzidî hatine kuştin û nêzîkî 7 hezar keç, jin û zarokên Êzidî jî hatine revandin.

Eşwaq Hecî ji Rûdawê re got: “Mihemed Reşîd ê weke ku Ebu Hamam tê naskirin, ez ji nav 150 jin û keçên Êzidî yên li girtîgeha Mûsilê, ji box we hilbijart. Nêzîkî 70 roja ez li malekê dîl girtim û dema destdirêjî li ser min kir 14 salî bûm. Wî gelek xirabî li min kir.”

Piştî ku Ebu Humam ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Iraqê ve tê girtin, meha borî Rêveberiya Îstixbarata Iraqê daxwazê ji Eşwaq Hecî dike di dema dadgehkirina Human de, ew jî amade bibe.

Eşwaq Hecî diyar kir ku ew bi kelecan li benda roja dadgehkirina Ebu Humam maye û got: “Min dixwest dema rûbirûyê wî bibim, hemû tiştên li dilê min de mabûn li rûyê wî bidim. Dema min ew dît, min wisa hest pê kir ku ez hêj girtime. Lê dema min ew bi çavên xwe di wî halî de dît kêyfxeş bûm. Herwiha ez kêyfxweş bûm ku bavê min ligel min hat dadgehê. Dema min tifî çavên wî kirî gelek kes li wê derê amade bûn. Êşa bi salan bû di dilê min de bû min bi tifan derxist. Hêvî dikim bidarvekirina bi çavên xwe bibînim.”

Bavê Eşwaq Hecî, Hecî Hemîd jî diyar kir ku ew di dadgehê de amade bû û got ku wî dît ew çekdarê DAIŞê çawa rezîl bûye.

Hecî Hemîd wiha axivî: “Hesteke bizehmet bû. Duyem jî bo min gelek xweş bû ku keça min li hemberî wî rawestiya û her tişt di rûyê wî de jê re got. 5 sal e yekem car e kesek li dadgehê lixwe mikur tê.”

Êzidyên mexdûr beşdarî dozên DAIŞiyan dibin

Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzdî li Serokatiya Herêma Kurdistanê Husên Qaîdî ji Rûdawê re diyar kir ku ji bilî Keça Kurda Êzidî Eşwaq Hecî, 30 keç û jinên din ên Kurdên Êzidî jî li dadgehê rûbirûyê çekdarên ku ew revandine hatine kirin.

Husên Qaîdî got: “Li Mûsil, Bexda û welatên cuda keç û jinên Êzidî jî weke şahid li dadgehan beşdarî darizandina DAIŞiyan dibin.”

Li Almanyayê jî di Cotmeha 2019an de kêça Kurda Êzidî ya bi navê Şeza Selîm Beşar, weke şahid beşdarî dadgehkirina DAIŞiyan bûye.

Qaîdî da zanîn ku ew dozên darizandina DAIŞiyan dişopînin, eger di nav wan DAIŞiyan de kesek wan nas bike hebe bila bibin alîkar û weke şahid li dadgehê amade bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst