Hewlêr (Rûdaw) - Şirketa Dana Gasê ew nûçe derewandin ku digotin "Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ferman daye hilberîna gazê ya li Kormorê were rawestandin."
Şirketa ku navenda wê li Îmaratê ye daxuyanî da Rûdawê.
Şirketê diyar kir, nûçeyên ku dibêjin "Sûdanî xwestiye hilberîna gazê were sekinandin" bi temamî nerast in.
Malpera Al Monitorê ya Amerîkayê îdia kiribû ku Sûdanî ji Dana Gasê xwestiye hilberîna gazê rawestîne.
Dana Gasê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir û nûçeya Al Monitorê red kir.
Kompanyaya Dana Gasê got, "Sûdanî bi eşkereyî xwestiye ku hilberîna gazê di demeke nêzîk de dest pê bike."
Berdevkê şirketê spasiya Sûdanî û xebatkarên Serokwezîriya Îraqê jî kir.
Dana Gasê her wiha kêfxweşiya xwe ji bo hewldanên rayedarên Bexdayê anî zimên.
Li gorî Dana Gasê, rayedar li ser rapora lêpirsînê û şopandina mijarê dixebitin.
Malpera Al Monitorê angaşt kiribû ku Serokwezîrê Îraqê xwestiye heta ku lêpirsîn bi dawî dibe hilberîn raweste.
Civîna bilind a li Kormorê
Nûçegihanê Rûdawê Erkan Elî 28ê Çiriya Paşîn ragihandibû ku şandeyên ewlehiyê yên bilind ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê li Qada Gazê ya Kormorê civiyane.
Wezîrê Karên Navxwe yê Îraqê Abdulemîr Şemerî û Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed serokatiya civînê kiribû û Serokê Dezgeha Îstixbaratê ya Îraqê Hemîd Şetirî jî beşdar bûbû.
26ê Çiriya Paşîn a 2025an demjimêr 23:30î êrişî Qada Gazê ya Kormorê ya li navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê hatibû kirin.
Di encama êrişê de li depoyekê şewateke mezin derketibû û tîmên agirvemirandinê agir temirandibû.
Serokwezîrê Îraqê pêncşemê ji bo lêkolînkirina êrişê xwestibû komîteyeke bilind û komîteyeke teknîkî bên avakirin.
Ji ber êrişê li hemû parêzgehên Herêma Kurdistanê di warê dabînkirina karebayê de pirsgirêk derketibûn.
Wezareta Karebayê ya Herêma Kurdistanê destpêka vê mehê ragihandibû ku sîstem vegeriyaye rewşa asayî û Projeya Ronakiyê jî 24 demjimêran karebayê dide gelê Herêma Kurdistanê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse