Hewlêr (Rûdaw) – Pisporekî dronan derbarê geşedanên li Îraq û Herêma Kurdistanê got, “Dê di demeke kurt de li dijî Herêma Kurdistanê êrişekî sîberê ya berfireh were kirin.”
Pisporê dronan Şivan Caf derbarê êrişa dronan a li dijî Herêma Kurdistanê diyar kir ku balafirên êrişê ji Mûsilê rabûne.
Pisporê balafirên bêmirov ji bo astengkirina êrişan çend pêşniyar kirin û destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê dikare xwe ji van êrişan biparêze.
Şivan Caf herwiha got, “Dê li Îraqê êrişeke mezin rû bide.”
Piştî şerê Hemas û Îsraîlê, li Îraq, Herêma Kurdistanê, Sûriye û Rojavayê Kurdistanê grûpên çekdar herî kêm 100 carî êrişî hêzên Amerîkayê kirine.
Grûpa çekdar a ku xwe wekî “Berxwedana Îslamî ya Îraqê” bi nav dike piraniya van êrişan li ser xwe girt.
30ê Kanûna Pêşîna 2023yan li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê bi dronan êrişî Pêşmergeyan hatibû kirin.
“Ji aliyê artêşa Qudsê ve tê birêvebirin”
Pisporê balafirên bêmirov Şivan Caf beşdarî bernameya “Nûroj” a Rûdaw TVyê bû.
Pisporê balafirên bêmirov Şivan Caf li ser êrişan got:
“Êriş ji aliyê koma Warsînê ya baskê Tevgera Nucebayê ve hat kirin. Ev tevger xwe wekî ‘Berxwedana Îslamî’ bi nav dike.
Ango grûp yek ji 11 komên girêdayî Heşdî Şeibiyê ye ku ji aliyê Hêza Qudsê ya Pasdarên Şoreşa Îranê ve têne birêvebirin.”
“Ji deşta Nînowayê radibin”
Pisporê balafirên bêmirov Şivan Caf diyar kir ku êriş ji deşta Nînowayê (Mûsilê) hatiye kirin û got:
“Ew wekî 2 grûpan dixebitin. Grûpek ji Bexdayê êrişî Eyn Esedê û Victoriaya li Herêma Kesk a Bexdayê dikin.
Grûpa duyemîn jî bi îdiaya hebûna hêzên Îsraîl û Amerîkayê êrişî balafirgeha Hewlêr û Herîrê dikin. Bi van êrişan dixwazin zextên li ser Hemasê bişikînin.”
Pisporê balafirên bêmirov Şivan Caf têkildarî êrişan herwiha da zanîn:
“Ev şer, piştî girêbesta di navbera Îran û Erebîstana Siûdiyê veguherî tiştekî din.
Beriya wê, balafirên bêmirov ên ji aliyê Îranê ve dihatin çêkirin, li dijî Erebîstana Siûdiyê dihatin bikaranîn lê niha bi armanceke din tên bikaranîn.
Tevgera Nucebayê çekên wekî Semed 1, Semed 3, Qasif 1 û Ababili 2 li dijî Amerîkayê bi kar tînin.
Nasnameya Berxwedana Îslamî wekî grûpa nenas û terorê ya xwekuj tê dîtin. Ev grûp bi armanca astengkirina êrişên li dijî Heşdî Şeibiyê hatiye avakirin.
Ev grûb niha bi balafirên bêmirov ên bi navê Murad 4 û Murad 5 êrişan êrişan encam dide.”
“Balafirên bêmirov li Îranê tên çêkirin”
Pisporê balafirên bêmirov Şivan Caf di berdewama axaftina xwe de got:
“Balafirên bêmirov ku yek ji çekên sereke yên komên çekdar ên Şîe ye, li Îraqê tên hilberandin. Hinek parçeyên balafiran, ji aliyê Hêza Qudsê ve ji Çînê tên hinardekirin.
Komên Bedr û Nucebayê ji sala 2015an ve van çekan distînin. Bi taybetî Muhacir û Ebabil ji Îranê wergirtin lê niha pîşesaziya xwe ya leşkerî ava kirine û balafirên bêmirov çêdikin.
Balafirên keşfê yên ku Berxwedana Îslamî li Îraqê bi kar tîne ji cureyên Murad 4, Murad 5 û Qesam 2K ne.
Her yek ji van xwedî taybetmendiyeke cuda ye. Lêbelê bi gelemperî, ew dikarin 25 heta 150 kîlometreyan bifirin.
Dron ji 120 cm heta 200 cmyan dirêj in. Ew pir sivik û bi piranî fiberglass in. Motorên wan biçûk in.
Dikarin bi rêjeya 50 metreyî li hedefê bixin. Giraniya wan di navbera 25 û 50 kîloyan de diguhere. Dikarin 10 heta 25 kîlo cebilxane hilgirin.
Ji bo ku radar balafirên bêmirov nebîne bi karbonê tên çêkirin. Ev girantir in, ji ber ku radar wan nabîne.
Herwiha ji bo ji nemê bandor nebin û ji bo ba nikaribe wan bibin, perwaneya motorê ji texteyê çêdikin.”
“Dê li hemberî Kurdistanê êrişa sîberê çêbibe”
Şivan diyar kir ku di demên dawî de komeke hackeran êrişeke sîberê li dijî saziyên Îranê pêk anîn û hin dane eşkerekirin û got:
“Îran du cure firokeyên bê mirov bi kar tîne. Yek ji wan sîxur û yek jî bombebaran e.
Ya herî xeternak Muhacir 10 e ku di êrişên Hemasê yên li dijî Îsraîlê de jî tê bikaranîn.
Muhacir 10 ji hêla du dronên din ên bi navê Ebabîl 4 û Kayan 19 ve tê piştgirîkirin.
Li gorî pêşbîniyan, dê li dijî Herêma Kurdistanê jî êrişeke sîberê ya berfireh pêk were.
Armanca êrişê eşkerekirina amaran e. Ev êriş di dîtbarî de polîtîk û di naverokê de jî bi armanca ewlehiyê tên kirin.
Bi hinek bernameyan, dikarin pêwendiya komputerên ku amar tê de ne bi înternetê re qut bikin. Bi vî rengî dikarin li hemberî dizîna amaran bibin asteng.”
“Ji bo suîqestan baldar bin”
Şivan Caf got, “Dibe ku welatî û kesayetiyên Herêma Kurdistanê jî bi rêya telefonên xwe bên şopandin û rastî kuştin û êrişên sîberê bên.”
Caf di berdewamiya axaftina xwe de wiha axivî:
“Êrişa herî tirsnak bi rêya Wi-Fiyê li ser telefonên biaqil pêk tên. Bi vî rengî dikarin amarên kesan bi hêsanî derxin holê.
Dikarin bi vî rengî suîqestê bikin. Li hemberî êrişan pêwîst e em şîfreyên bernameyên ku bi kar tînin biguherînin.
Ya duyemîn, em dikarin bernameyên VPNê çêbikin da ku têlefonên me neyên şopandin û kontrolkirin.
Bi pereyên li ser Googleyê, hûn dikarin xaleke GPSyê ya xeyalî saz bikin û pêşî li şopandina xwe bigirin. Divê hikûmet û saziyên wê li ser vê yekê bixebitin.”
Ji bo astengkirina balafirên bêmirov pêşniyar
Şivan Caf da zanîn ku bi bernameya bi navê RFADê, bi frekansan balafirên bêmirov dikarin bên xapandin û ji armanca wan bên dûrxistin.
Caf wiha berdewam kir:
“Erka bernameyê ew e ku pêlên arasteyî asteng bike da ku dron nebîne.
Pergal ji bo dronên heyî yên di destê milîsan de îdeal e ku dikarin ji armancên xwe heta 50 metreyî dûr bikevin.
Ji bo têkbirina êrişên dronan dê ev bername bibe gaveke mezin.”
“Dê li Îraqê şerekî mezin çêbibe”
Caf diyar kir ku Îran û Amerîka dê ji bo berjewendiyên xwe yên li Îraqê bêne li hemberî hev û got:
“Dê li Îraqê şerekî mezin rû bide. Li herêmê tevgera leşkerî heye. Em li bendê ne ku ji Kerkûk û Mûsilê bi balafirên bêmirov êrîş bên kirin.
Îran û Amerîka ji bo çareserkirina berjewendiyên xwe ber bi şerekî tund ve diçin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse