Amêdî: 7 top li nav gundekî ketin

03-02-2024
RÛDAW
Amêdî: 7 top li nav gundekî ketin
Amêdî: 7 top li nav gundekî ketin
Nîşan Amêdî Topbaran Artêşa Tirkiyeyê PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî şer û pevçûnên berdewam ên di navbera PKKyê û artêşa Tirkiyeyê de, 7 top li nav gundê Ravînayê ya nahiyeya Kanî Masê ya navçeya Amêdiya Dihokê ketin.

Welatiyekî ji gund agahî ji Rûdawê re piştrast kirin.

Welatiyekî ji gundê Ravînayê Ubêd Mûsa ji Rûdawê re ragihand ku piştî nîvroj top li nav gund ketine.

Li gund ti ziyanên canî çênebûne lê Ubêd Mûsa diyar kir ji ber ku top li nav gund ketine xelk tirsiyaye.

Ubêd Mûsa li ser cihê avêtina topan jî anî ziman:

“Em nizanin ku top ji kîjan alî hatin avêtin û ji ku derê hatin.”

Wê daxwaz kir ku şer li derdora gundê wan neyê kirin da ku ew nebin qurbanî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst