Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çinarê ya Amedê, jina 45 salî ya ku ji 21ê Kanûna Paşîn ve agahî jê nedihat wergirtin, piştî 13 rojan di nav nivîna çem de bi mirîtî hat dîtin.
Xebatên lêgerînê yên ji bo Nîmet Kiliça dayîka 2 zarokan a ku li gundê Qubeciqê dijiya û ji 21ê Kanûna Paşîn ve agahî jê nedihat wergirtin îro jî berdewam kir.
Li gorî agagiyên ku me ji xizmên wê wergirtine, termê Nîmet Kiliçê ji aliyê tîmên lêgerîn û rizgarkirinê ve di nav nivîna çem de hatiye dîtin.
Tîman termê Nîmetê ji bo otopsiyê rakir Saziya Tiba Dadî ya Amedê.
Nîmet Kiliça ku li gundê Qubeciqê yê Çinarê dijiya, 21ê Kanûna Paşîn demjimêr 05:12an ji malê derketibû.
Hevjînê wê Şêxmûs Kiliç dema ferq kiribû ku ew ne di nav cihê xwe de ye, rewş pêşî ji cîranên xwe û paşê jî ji Navenda Lezgîn (112) re ragihandibû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse