Hewlêr (Rûdaw) - Ji sedî 44ê xelkê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di malên qelebalix de dijî û Tirkiye di vî warî de di nav 35 welatên Ewropayê de di rêza 5an de cih digire.
Li gor zanyariyên Ofîsa Amaran a Yekîtiya Ewropayê (Eurostat) li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji sedî 43.7 ê xelkê di malên qelebalix de dijîn û hejmara odeyan têrî endamên malbatê nakin.
Li gor amarên hatine belavkirin, Tirkiye di vî warî de di nav 34 welatên Ewropayê de di rêza 5an de cih digire ku ev rêje li nav welatên Ewropayê bi giştî ji sedî 16 ye.
Her li gor amarên Eurostatê, herî zêde xelkê Montenegroyê di malên qelebalix de dijîn ku rêjeya wê ji sedî 58 e.
Li gor amarên hatine belavkirin, rêjeya malên herî qelebalix li Sirbistanê ji sedî 53, li Makedonyaya Bakur ji sedî 46 û li Romanyayê ji sedî 45 û piştî van welatan jî Tikriye tê.
Kêmtirîn rêjeya malên qelebalix jî li Qibris, Îrlanda û Maltayê hatiye tomarkirin ku ew jî ji sedî 3 ye. Ev rêje li Holendayê ji sedî 4, li Îspanya û Brîtanyayê jî ji sedî 5, li Almanyayê ji sedî 7 û li Fransayê ji sedî 8 e.
Eurostatê belav kiriye ku xelkê Malta û Îrlandayê di malên mezin de dimînin ku rêje ji sedî 73 ye û ji pêdiviya wan zêdetir e. Li Qibris û Îrlandayê jî ev rêje ji sedî 71 e. Li Brîtanyayê ji sedî 56, li Fransayê ji 44, li Almanyayê 36, li Îtalyayê 15 û li Yunanê ji sedî 10 e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse