Ciwanek li Mehabadê ji ber hilgirtina Ala Kurdistanê hat girtin

03-06-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên ewlekariyê li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê welatiyek bi tohmeta hilgirtin û bilindkiririna Ala Kurdistanê girt.

Li gorî rapora saziyên berevanîkirin li mafê mirov ên Rojhilatê Kurdistanê , Kawyan Mewlûdî yê 18 salî di roja yekê Hezîranê de ji Bokanê vegeriyaye Mehabadê û her ku gihaye Mehabadê hatiye girtin. 

Çavkaniyekî agehdar da xuyakirin ku, piştî girtina Kawyan Mewlûdî, malbata wî serdana beşa ewlekariyê kirine, ji wan re gotine ji ber ku kurê we çûye ser gora Simko Mewlûdî û li wê derê Ala  Kurdistanê bilind kiriye, hatiye girtin. 

Simko Mewlûdî Pismamê Kawyan Mewlûdî ye, ku di nerazîtiyên sala borî de li Mehabadê bi teqeya hêzên ewlekariyê yên Îranê hate kuştin. 

Li gor Saziya Hengaw a Mafê Mirov di meha borî de 54 welatîyên Kurd ji aliyê hêzên Ewlekarî yên Îranê ve hatine girtin 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst