Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek ji Rûdawê re got, “PKK provokasyonan nake, Kurd dixwazin pêvajo bi rêyeke aştiyane bi ser bikeve.”
Li gorî agahiyên ku cara yekem Rûdawê belav kirine, heta 10ê vê mehê komek gerîla dê wekî nîşandana niyetpakiyê çekên xwe deynin.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek bû mêhvanê Rûdawê û pirsên Dildar Herkî yên li ser mijarê bersivandin.
“PKK provokasyonan nake”
Sînan Çîftyurek li ser mijarê çekdanîn got ku “Çekdanîna vê carê dê sembolîk be” û ji bo ku hemû gerîla çekên xwe deynin pêdivî bi çarçoveyeke yasayî heye.
Parlamenterê DEM Partiyê diyar kir ku hîn jî metirsî li ser pêvajoye hene û wiha got:
“Heta niha jî nav li pêvajoyê nehatiye kirin û hîn jî xeterî li serê hene.
PKK provokasyonan nake, Kurd dixwazin pêvajo bi rêyeke aştiyane bi ser bikeve. Îhtimal heye ku hêzên nijadperest ên di nava dewletê de pêvajoyê xera bikin.”
“Îro-sibe…”
Sînan Çîftyurek amaje pê kir ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) biryara xwe daye û biland, “Biryar hatiye dayîn, dê li Sîlêmaniyê îro-sibe hinek çekan radest bikin.”
Hem Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û hem jî aliyê DEM Partiyê eşkere kiribû ku ew dê civînekê bikin.
Çîftyurek jî da zanîn ku “DEM Partî û Serokkomar (Erdogan) dê bi hev re rûnin” û heta niha naveroka civînê bi awayê fermî nehatiye ragihandin
Wî li ser komîsyona ku biryar hatiye dayîn di bin banê Parlamentoya Tirkiyeyê de were avakirin jî destnîşan kir ku ev komîsyon dê demeke nêzîk were avakirin lê nav û naveroka komîsyonê ne diyar e
Li gorî Çîftyurek, “Divê komîsyon yasayî be, bi gotinê nabe” lê heta niha biryareke qanûnî nehatiye dayîn.
“Navê ‘Tirkiyeya Bêteror’ nabe”
Divê were gotin ku aliyê desthilatê vê pêvajoya heyî bi rengê "Tirkiyeya Bêteror" bi nav dike û DEM Partî jî dibêje “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” lê heta niha navekî hevpar û fermî li pêvajoyê nehatiye kirin.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê bal kişand ser vê yekê ku “Navê ‘Tirkiyeya Bêteror’ nabe û ev nav meseleyê çareser nake.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse