Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê û Balyoza Fînlandayê tekezî li ser hevkariya hevbeş kir
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi mebesta ku wê bi oxir bike bi Balyoza Fînlendayê ya Îraqê Anu Saarelayê re civiya.
Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê hevdîtinê daxuyaniyek belav kir.
Serokatiyê ragihand ku Nêçîrvan Barzanî ji bo bipêşxistina pêwendiyên welatê xwe yên bi Îraqê re spasiya Anu Saarelayê kiriye û di erka wê ya nû de jê re serkeftin xwestiye.
Serokê Herêma Kurdistanê her wiha daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo zêdetir bihêzkirina pêwendiyan û hevkariya hevbeş a li gel Fînlendayê dubare kir.
Li gor daxuyaniyê, Anu Saarelayê ji ber hevkariya li gel xwe û stafa xwe pesnê aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê daye.
Anu Saarelayê ragihand ku "welatê wê bi girîngî li pêwendiyên xwe yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re dinêre û herdem dixwaze ku di hemû waran de hevkariya xwe ya hevbeş berfirehtir bikin."
Pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û rola jinan a li Herêma Kurdistanê mijarên din ên civînê bûn.
#VÎDEO - Balyoza Fînlendayê ya Îraqê Anu Saarelayê xatir ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî xwest
— RudawKurdi (@RudawKurdi) July 3, 2025
🔴 Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze pêwendiyên xwe yên bi Fînlendayê re bihêztir bike
📹Serokatiya Herêma Kurdistanê pic.twitter.com/SIUzLYJuQa
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse