Hewlêr (Rûdaw) – Komeke çalakvanên sivîl ên li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, dest bi projeyeke mezin a çandina daran hat kirin.
Çalakvan dê li gundê Sencaqê li ser 500 donim erdekî çol û beyar, 63 hezar şitlên daran biçînin.
Li gundê Sencaqê yê Rihayê erdekî çol û beyar bi hewldana çalakvanên sivîl vediguhere daristanekê.
Çalakvanên ku bi pêşengiya Saadet Aîşeogluyê li hev kom bûne, dixwazin rêjeya daristanê ya li Rihayê ku tenê ji sedî 1 e û di rêza dawî ya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de ye, zêde bikin.
Fatma Yarena ku yek ji çalakvanan e, amaje bi wê yekê kir ku li Rihayê dar nînin û got:
“Me ev proje da destpêkirin ji ber ku li Rihayê hema bêje dar nînin.
Rêjeya daristanê ji sedî 1 e û em dixwazin vê rêjeyê bilind bikin.
Sala 2021ê me bi 6-7 hevalan re dest bi kampanyayekê kir û 200 hezar dar berhev kirin.
Niha jî me ji bo 63 hezar darên din dest bi kampanyayê kiriye û em dixwazin vê qadê bikin daristan.”
“4 hezar şitil hatin bexşandin”
Çalakvan li gorî analîza axê darên wekî çam, behîv û zeytûnan diçînin.
Birêvebira projeyê Saadet Aîşeogluyê jî diyar kir ku xelk piştgiriyeke mezin dide projeyê û wiha axivî:
“Di vê projeyê de bexşîn zêde bû.
Di 3 rojên destpêkê de 4 hezar şitil hatin bexşandin.
Hejmara dilxwazên me jî zêde bûye, em ne bi tenê ne.”
Çalakvanan sala 2021ê dest bi projeyê kiribû û heta niha 200 hezar şitil çandine.
Di projeya nû de jî ew amadekariyê dikin ku li ser 500 donim erd 63 hezar şitlên din biçînin û ew li benda alîkariya jîngehparêzan in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse